Diyalog divê bibe esas

Sêşem 27 Tîrmeh 2021 - 05:48

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad got, li Başûrê Kurdistanê zemînê yekîtiya neteweyî heye: "Partiyên Kurdistanê hemû, divê li dijî êrişan û dagirkeriyê xwedî helwêst bin." 

Zeyneb Mûrad têkildarî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Mûrad got, di hevdîtinan de ku KNK´ê bi partiyan û rêxistinên civaka sivîl re kirine, wan tebîst kiriye ku ji bo yekîtiya neteweyî zemînek heye: "Em bawer dikin ku bi berxwedana neteweyî, bi piştgiriya dost û parêzvanên azadiyê, em ê êrişan û hewldanên dagirkeriyê bişikînin."

PDK´ê bersiv nedaye KNK´ê

Zeyneb Mûrad têkildarî helwêsta PDK'ê ya der barê hewldanên yekîtiya neteweyî jî got, "Hîna bersiv nedane daxwaza me ya hevdîtina bi PDK'ê re. Me hîn jî nekarî bi nûnerên wan re hevdîtinê bikin. Ne bersiveke erênî ne jî nerênî nayê dayin. Divê ew bi xwe eşkere bikin ka çima bersivê nadin. Deriyê me li her partî û rêxistinê vekiriye."

Mûrad diyar kir ku du mehan wan li Başûrê Kurdistanê kar kiriye: "Bi her awayî divê mirov li ber dagirkeran rabin. Pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêhtir niha bi yekîtiya neteweyî heye. Pirsgirêk dûrî ji şerê navxweyî divê li dora maseya danûstandinê bi rêya diyalogê bên qedandin û çareserkirin. Ji ber ku yekîtî û hevgirtin pêk nehatiye, bereyên parastina Kurdistanê lawaz dibin. Bi navê KNK'ê di asta Herêma Kurdistanê û Iraqê de me hewl da ku partiyên siyasî yên Kurd, fraksiyonên parlamenteran, rêxistin, rewşenbîr, medya û rêxistinên jinan ên Kurd bibînin."

Mûrad bang li partiyên siyasî kir û got, "Partiyên Kurdistanê hemû, li dijî êriş û dagirkeriyê divê xwedî helwêst bin. Em bang li her kesên azadîxwaz dikin, li jin û ciwanan dikin, ji bo pêşî li şerekî navxweyî bê girtin û dagirkeriya dewleta Tirk bê astengkirin, zextê li aliyên siyasî bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.