Dixwest derbên giran li dijmin bixe

Yekşem 20 Tebax 2023 - 16:19

  • HPG: Hevrêyê me Çiya ku di encama komploya dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê de şehîd bû, li dijî vê xeta hevkar û xayin, weke şoreşgerekî ji Rojhilat bû yek ji nûnerên herî hêja yên ruhê yekîtiya neteweyî yê gelê me.

HPG'ê Îsmaîl Pûr-Mehmûd (Çiya Agirî) bi rêzdarî bi bîr anî. Çiya Agirî di komploya hevpar a MÎT û Parastinê de şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "19'ê Tebaxa 2023'an di daxuyaniya xwe de me ragihandibûn ku li qada Banikê ya Heftenînê hevrêyê me Çiya Agirî di encama komployê de şehîd bûye.

Hevrêyê me Çiya bi ruhê neteweyî ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û ji bo azadiya gelê me têkoşiya. Ew ji aliyê komplogeran ve hat şehîdkirin. Li gel hêrsa mezin a ji ber vê yekê, ew ê ji bo me bibe hincet ku em têkoşîna xwe mezintir bikin. Hevrêyê me Çiya, li her qadê xeta Rêber Apo û şehîdan parast, bi fedakarî û kedeke mezin li ber xwe da. Serê malbata hêja ya hevrêyê me Çiya Agirî û serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê bila sax be.”

 

Xizmê Şîrîn Elemhulî ye

HPG wiha behsa şehîd Çiya Agirî kir: “Hevrêyê me Çiya li Makûyê ji dayik bû. Piştî ku malbata wî û xizmên wî di destpêka salên 1990'î de partiya me PKK û Rêber Apo nas kirin û xwedî lê derketin, ewladên xwe yên herî hêja bi hesteke xurt a welatparêziyê tevlî nava refên berxwedanê kirin. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Çiya hîna zarok, partiya me nas bike. Xizma wî ya nêz, hevrê Şîrîn Elemhûlî û di şexsê wê de berxwedana fedaî ya girtiyên siyasî yên Rojhilat, bandoreke mezin li hevrêyê me Çiya kir. Ji bo hêjayî van hevrêyên me yên fedaî bibe, biryar da tevlî nava refên berxwedanê bibe. Sala 2015'an a ku ji bo tevgera me û gelê me pêvajoyek girîng bû, li qada Serhedê kekê wî hevrêyê me Cemîl (Îbrahîm Pûr-Mehmûd) şehîd bû. Ji bo çeka kekê xwe hilgire, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Perwerdeya destpêkê li qada Garê serketî qedand û zû tevlî qada pratîkê bû. Di dema perwedeyê de derfet dît ku rastiya gelê Kurd çêtir hîn bibe, gihîşt wê baweriyê ku kefenê qirkirinê yê ku dijmin hewl dide li gelê me bike, tenê bi xurtkirina şerê gerîla dikare bê çirandin. Hevrêyê me zanîbû ku ev yek jî bi profesyonelbûna di gerîlatiyê de dibe, lewma xwe di taktîkên gerîla de bêhtir xurt kir. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî Başûrê Kurdistanê kir, derbasî qada Mexmûr-Kerkûkê bû, li vê derê bû yek ji hevrêyên me yên destpêkê ku bi hawara gelê me ve beziya. Di şerê li dijî çeteyan de ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyeke mezin, pê hesiya ku sirra esasî ya serketinê bi serweriya îdeolojîk dibe.

 

Bû yek ji berxwedêrên Heftenînê

Hevrêyê me piştî erka xwe ya li Mexmûr-Kerkûkê, vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi ezmûna xwe ya şer bi lez cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt. Hevrêyê me Çiya. ji sala 2018’an ve li qada Heftenînê erkdar bû, li dijî dijmin di gelek çalakiyan de cih girt û hewl da bersivê bide êrişên dijmin. Bi êrişa dijmin a bi ser herêma Heftenînê re hevrêyê me bi awayekî fedaî beşdarî berxwedana bi pêşengiya Bargiran û Zelalan bû, li herêma Heftenînê derbên giran li dijmin hatin xistin. Hevrê Çiya ji bo pêkanîna taktîka gerîla ya serdema nû bi hevrêyên xwe re bi fedakarî şer kir û li ber xwe da. Hevrê Çiya ku di Pêngava Cenga Heftenînê de weke fermandarê taximê, beşdarî şer bû û di heman demê de rê nîşanî hevrêyên xwe da.

Hevrêyê me Çiya ji ber ku bi gelek hevrêyên şehîd re li vê qadê têkoşiya, girêdaneke mezin çêbûye, bi îrade û biryardariyeke mezin li ber xwe daye û ji bo şikandina dagirkeriya dijmin, şer kir. Hevrê Çiya li herêma Heftenînê di gelek çalakiyan de cih girtibû, her kêliya xwe li ser ka wê çawan karibe derbên giran li dijmin bixe, lêhûrbûye. Armanca hevrêyê me Çiya ew bû ku berxwedanê li her devera Heftenînê belav bike û bibîranînên hevrêyên xwe yên şehîd, zindî bihêle, bi jiyan û hevrêtiya xwe ya rast bû milîtanekî mînak.

Hevrêyê me Çiya ku di encama komploya dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê de şehîd bû, li dijî vê xeta hevkar û xayin, weke şoreşgerekî ji Rojhilat bû yek ji nûnerên herî hêja yên ruhê yekîtiya neteweyî yê gelê me.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Çiya Agirî wiha ne:

Çiya Agirî (Îsmaîl Pûr-Mehmûd) ê li Makûyê ji dayik bûye, kurê Karî û Mihemed, 5'ê Tebaxa 2023´yan li Heftenînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.