Dixwazin YNK’ê tesfiye bikin

În 2 Tebax 2024 - 00:18

Li Iraqê di 18'ê Kanûna 2023'yan de hilbijartinên meclisa giştî ya parêzgehan hatin kirin. Lê zêdetirî 7 meh derbas bûne hê jî waliyê nû yê Kerkûkê nehatiye hilbijartin. Li gorî encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê, Koalîsyona Hêza Me û Îradeya Me ya Kerkûkê ya bi pêşengiya YNK'ê bi 5 kursiyan li Kerkûkê bû yekemîn. Xirîstiyanan 1 kursî, PDK 2, Koalîsyona Ereb 3, Qaîdeya Ereb 2, Îtîlafa Ereban 1 û Tirkmenan 2 kursî bi dest xistin. Di meclisê de kesê ku ji nîvê dengan zêdetir bigire, wekî walî tê hilbijartin. Kesê ku wekî walî tê destnîşankirin hem rêveberê îdarî û hem jî yê ewlekarî yê bajêr e û xwedî rayeya biryaran e. Piştî serkeftina YNK'ê, çûnhatina di navbera Tirkiye û PDK'ê de zêde bû. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û herî dawî jî Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinan bi PDK'ê re li Herêma Federal a Kurdistanê hevdîtin kirin. Ji mijarên sereke yên hevdîtinan yek jê jî hilbijartina li Kerkûkê bû. Parlamenterê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) Erşat Salihî di bernameyeke televîzyonê ku di 18'ê Tîrmehê de beşdar bûbû, ragihandibû ku ji bo diyarkirina serokê meclisa giştî û walî bi PDK'ê re lihev kirine. Tê diyarkirin ku ITC û PDK dixwazin ereban ber bi xwe ve bikişînin û YNK'ê tasfiye bikin. 

Waliyê Kerkûkê ji bo çi girîng e? 

Ji rêveberên Tevgera Azadî Ronak Mecîd girîngiya hilbijartina Walîtiya Kerkûkê û geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Macîd diyar kir ku hilbijartinên ku li bajarên Iraqê tên kirin gelekî girîng in û got: "Kesê ku wekî walî tê hilbijartin, serokê hemû yekîneyan e. Lewma hilbijartinên meclisa giştî yên Kerkûkê xwedî girîngiyeke gelekî mezin in." Macid bi bîr xist ku waliyê Kerkûkê beriya referandûma serxwebûnê ya sala 2017'an ji aliyê PDK'ê ve hatiye kirin, ji aliyê kurdan ve hatibû hilbijartin û got ku piştî referandûmê ji sedî 51'ê xaka Herêma Kurdistana Federe ji dest çûye. Macid bal bire ser wê yekê ku Kerkûk yek ji cihên winda ye û got:"Ji sedî 80'yê Kerkûkê Kurd e. Ereb û tirkmen jî li derdora ji sedî 20’ê ne. Dema em li vî dimenê dinêrin divê waliyê bajêr Kurd be. Di komploya Tirkiyê ya sala 2017'an de, waliyê Kerkûkê ji aliyê kesekî ereb ve hat tayînkirin. Piştre hemû kurdên ku berpirsyar bûn, bi taybet di nav dezgehên polîsan de, yek bi yek ji kar hatin dûrxistin."Macîd destnîşan kir ku li Kerkûkê piştî guherandina walî hatiye xwestin ku demografî bê guherandin. Macîd anî ziman ku PDK û Tirkiye di ser eniya tirkmenan re tifaqek çêkirine û û got:"Niha jî hewl didin bi eniya ereb re tifaqekê çêbikin. Bi vî awayî dixwazin hejmara kursiyên xwe bikin 9 û walî hilbijêrin. Dixwazin kurdan tasfiye bikin." 

MA/OMER AKIN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.