Siddik Guler ê 81 salî ku li Hepsa Skenderûnê tê ragirtin li gel ku nikare bi tena serê xwe bijî jî nayê berdan. 

Li girtîgehan ji ber şert û mercên nebaş, her roj hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan bêhtirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Siddik Guler ê 81 salî jî yek ji van girtiyên nexweş û extiyar e. Ev 26 sal in girtî ye û li gelek girtîgehan maye. Niha ew li Hepsa Skenderûnê ya Tîpa T dimîne û nexweşiyên hîpertansiyon û romatîzma kêmgirtî ya monikan pê re heye. Guler berê du caran emeliyata anjiyo bûye û niha li ser kursiya bi teker dijî. Tevî ku Guler nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe bike jî li gel hemû miracaetan jî nayê berdan. 

Rewşa wî her ku diçe giran dibe 

Keça wî, Ayşe Guler roja duşemê bi telefonê bi bavê xwe re axivî. Ayşe Guler derheqê siheta bavê xwe de got, “Bavê min ji ber extiyar e û nexweş e nikare li hepsê bimîne. Di sibatê de bi koronayê ket û nikaribû biaxiviya. Niha gelek nexweşî pê re hene. Li ser kurisiya biteker dijî. Tedawiya wî nayê kirin. Her tim nexweş e û ji ber ku wî nabin nexweşxaneyê rewşa wî her ku diçe giran dibe. Em ji rewşa bavê min gelek bi fikar in. Divê bavê min û girtiyên nexweş werin berdan.”

HATAY