Dixwazin waliyekî nêzî Tirkiyê hilbijêrin

Sêşem 19 Îlon 2023 - 00:27

BIRWA ESED / ROJNEWS / KERKÛK

Xelkê Kerkûkê derbarê parçebûna aliyên Kurdî yên li Kerkûkê, nebûna yekîtiyê ya di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de û destwerdana dewleta Tirk ya li Kerkûkê de axivîn.

Partiyeke Kurd yekîtî têk bir

Wirya Elî destpêkê derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehan de wiha axivî:“Hilbijartinên vê carê yên Kerkûkê, ji bo Kurdan çarenûsek e. Ji ber ku piştî bûyerên 16’ê Cotmehê Kurdan giraniya xwe li bajêr windakiriye. Ji bo ku Kurd carek din giraniya xwe li Kerkûkê ya li hemberî dijmin vegerîne, pêwîst bû bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan bibûna. Mixabin partiyeke Kurd yekrêziya Kurdan têkbir û rê li Kurdan girt ku bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan bibin. Ji derveyî îradeya xwe û Herêma Kurdistanê, ji bo ku nav mala Kurdan têk bidin, planan datînin.”

Ew ê 15 salên din hilbijartin pêk bê

Emîr Fexredîn jî dibêje;“Bi destwerdana dewleta Tirk ya bi rêya partiyeke Kurd, Tirkmen û Erebên Sunî, dixwazin di nava xwe de waliyek Tirkmen yan jî kesekî nêzî Tirkiyeyê ji bo walitiya Kerkûkê diyar bikin. Li bajarên weke Kerkûkê hilbijartin zû bi zû nayên kirin, ger dijminên Kurdan bi serkevin, dibe ku piştî vê hilbijartinê 15 salên din hilbijartinek pêkneyê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.