- KCK:’’Armanca Parastin û MÎT’ê ya sûcdarkirina tevgera me ya bi kuştina Mihemed Mîrza, veşartina destwerdana MÎT’a Tirk a di komkujiya binemala mamosta Mela Ehmed Celaledîn e.’’
23’yê Tîrmehê li Zaxoyê wesayîtek teqiya û agir pê ket. Piştre derket holê ku wesayîta teqiyayî ya berpirsê berê yê Parastina PDK’ê Mihemed Mîrza Sindî bû û tê de şewitîbû.
Hate gotin ku Sindî ji ber nîqaşên di nava PDK’ê de hatiye kuştin. Medyaya nêzî PDK’ê jî li ser daxuyaniya PDK’ê, berpirsê mirina Mihemed Mîrza Sindî weke PKK’ê nîşan da.
Di 29’ê Tîrmehê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ev îdiayên PDK’ê derewandin û diyar kir ku hewl didin vê bûyerê bi PKK’ê girê bidin û ev bi zanabûn tê kirin.
Bi aqilê gel henekan dikin
Derbarê heman mijarê de Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:
“Gelek car in PDK li ser navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyên nerast, xapînok û tije derew belav dike. Her carek hewl dide îdîayên bê bingeh arasteyî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê bike. Di van rojên dawî de bi daxuyaniyekê tevgera me ji kuştina berpirsê berê yê Parastina PDK’ê Mihemed Mîrza ya li Zaxo berpirs nîşan da. Bê guman ev hewldana berovajîkirinê ya PDK’ê beriya her tiştî sivikahîkirina bi eqil û wijdana gelê Kurdistanê ye û bikaranîna saziyên fermî yên Başûrê Kurdistanê di berjewendiyên siyaseta dagirkerî û terora dewleta Tirk a faşîst de ye.
Rayagiştî dixapînin
Di demekî de ku hemû gelê Kurdistanê di sedsaliya Peymana Lozanê de di nava giftûgoyan de bû da ku dersê ji dîrokê wergire, ji bo rûbirûyê dagirkeran û komployan bibin, ji bo yekitiya neteweyî pêk were, nûnerên gel konferansek dîrokî li Lozanê lidarxistin. PDK ne tenê tevlî van giftûgoyan nabe, di heman demê de ji bo bicihanîna planên Lozanê li Xakurkê û Metînayê hevkariyê ji artêşa Tirk a dagirker re dike. Bi hewildan, kiryar û daxuyaniyên xwe yên nerast dixwaze raya giştî ya gelê Kurdistanê bixapîne û parçebûnê çêke.
Mela Ehmed jî wan kuşt
Bê guman yekane hêza ku ji vê kiryarê feyde dibîne PDK, dewleta dagirker û faşîst ya Tirk e. Ji ber ku PDK saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê, bi taybet jî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji bo veşartin û rewakirina kiryarên MÎT a Tirk bikar tîne. Armanca saziya Parastin û MÎT’ê ya sûcdarkirina tevgera me ya bi kuştina Mihemed Mîrza, veşartina destwerdana MÎT’a Tirk a di komkujiya binemaleya mamosta Mela Ehmed Celaledîn de ye. Ji ber ku tewanbarê sereke yê vê komkujiyê li xwe mikur hatine ku li navenda MÎT’ê ya li Dihokê fermana kuştinê wergirtine.
Tasfiyeya navxweyî ye
Herwiha çawa di daxuyaniya Hêzên Parastin Gel HPG’ê de hatiye dayîn, tevgera me û gerîlayên azadiya Kurdistanê ti peywendiya xwe bi bûyera kuştina Mihemed Mîrza ve nîne û hemû ev îdiayên tên kirin bê bingehin. Li gorî me bûyera kuştina Mihemed Mîrza, beşek ji hewldanên tesfiyekirina hesabên navxweyî yên di nava saziya Parastinê de ne da ku hemû sûcên ku li dijî gelê Kurd û dijî azadîxwazan hatine kirin, eşkere nebe. Ji Şengalê bigre heya Metîna û Zaxoyê saziya Parastinê ya PDK’ê alîkariya saziya terorê MÎT’ê dike. Divê çarçoveyê de jî gelek mirovên şoreşger û nîştimanperwer yên vî welatî bûne qurbanî. Em li vir bang li rayagiştî ya gelê Kurdistanê, saziyên fermî, hêzên siyasî yên Herêma Kurdistan, Iraq, rewşenbîr û azadîxwazan dikin da ku li hemberî vê tevlîhevkirina PDK’ê hişyar bin û rê nedin dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK’ê saziyên fermî yên herêmê ji bo şerê derûnî ya li dijî gelê Kurd bikar bînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN