Dixwazin pêşmerge bi yek bikin

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 00:54

Berpirsên Wezareta Parastinê ya Emerîka û Herêma Kurdistanê li ser mijara yekkirina hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyan. Lijneya Rêveberiya Cîbicîkar ya ji bo yekkirina hêzên pêşmerge ya di navbera Wezareta Parastinê ya Emerîka û Wezareta Pêşmerge ya Hikumeta Herêma Kurdistanê pêr li Hewlêrê civiyan. Li gorî daxuyaniya serokatiya herêmê, di civînê de behsa pêşketinên di pêvajoya reformên hêzên pêşmerge de hatine kirin. Hate diyarkirin ku her du aliyan li ser xalên sereke yên sala bê bi demdirêjî, ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge di nava Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistanê de û avakirina hêzeke pispor ku karibe şikandina DAIŞê bi temamî misoger bike li hev kirine. Li gorî heman daxuyaniyê de di civînê de Emerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê dubare kiriye.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.