Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm nerazîbûn nîşanî peymana di navbera hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê de da û destnîşan kir ku dê li hemberî hêzên ku dixwazin careke din wan bi xiyanetê re rû bi û bikin, li ber xwe bidin.
Heso Îbrahîm got: “Ev peyman, peymaneke sîyasî ye. Em vê peymanê red dikin ku tê de cih nedane nûnerên rastîn ên gelê êzidî û vîna wî. Em ne gelê Şengalê yê beriya komkujiya sala 2014’an in.”
Îbrahîm diyar kir ku di vê peymanê de guh nedane nêrînên gelê Şengalê û pê dixwazin Şengalê dîzayn bikin, her wiha li paş vê peymanê polîtîkayên îslama sîyasî yên dewleta Tirk hene. Îbrahîm destnîşan kir ku haya gelê Şengalê bi vê yekê heye û kesên wekî Qasim Şeşo ku di peymanê de wek aliyek hatiye nîşandan, nirxên gelê xwe difiroşin.
Heso Îbrahîm got gelê Başûrê Kurdistanê jî ji vê peymanê nerehet e û got: “Qasim Şeşo gelê xwe ji bo berjerwendiyên xwe yên şexsî difiroşe, lê tu qedrê kesên wekî wî li cem gelê xwe nîne.”
Îbrahîm Heso got berê jî gelek caran daxuyanî dane ku naxwazin rayedarên PDK’ê li ser navê gelê êzidî biryaran bidin û wiha axivî: “Em nahêlin dîsa birînên me dax bikin. Dixwazin me dîsa di nava şerekî de bê parastin bihêlin. Em şer naxwazin lê di rewşeke wisa de em ê bi tevahiya hêza xwe Şengalê û nirxên xwe biparêzin.”
ANHA/ŞENGAL