Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêbazên cuda êşkenceyê li şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî, dikin. Ew heqaretê li wan dikin. Herî dawî çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji stûyê wî bi erebeyê ve girê da û kaş kir.
Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, Îbrahîm Şêxo li ser mijarê got: “Çeteyên El-Şamiye, welatiyê bi navê Xelîl Husnî yê ji gundê Mîrkan ji stûyê wî ve girê da û heta baregeha xwe ya li navçeya Mabata li pişt erebeyê kişand.”
Şêxo piştrast kir ku hemû sûc bi fermanên yekser ên îstixbarata Tirk pêk tên, da ku dorê li şêniyên Kurd teng bikin û wan ji warê wan bidin koçberkirin.
Nûnera Rêveberiya Xweserr Sînem Muhemed jî li ser bûyerê bang li Neteweyên Yekbûyî kir da ku bêdeng nemîne li hemberî van kirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê ku dixwaze şêniyên mayî yên Mîrkanê bide koçberkirin.
EFRÎN