• Şaxa Komeleya Mafên Mirovana (ÎHD) a Stenbolê, li avahiya xwe derbarê rewşa girtiyê nexweş ê giran, Yûsûf Akbaba de ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye, civîna çapemeniyê li dar xist.

Songul Îlker, derbarê rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba de axivî û diyar kir ku dermankirina Akbaba tê astengkirin û bang li çapemeniyê kir da ku dengê girtiyê nexweş bigihîne raya giştî. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovana (ÎHD) a Stenbolê, li avahiya xwe derbarê rewşa girtiyê nexweş ê giran, Yûsûf Akbaba de ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye, civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn, bûka Yûsûf Akbaba, Rûkiye Akbaba, dayika girtiyê newxweş Ekîm Polat ku bi Akbaba re li heman girtîgehê dimîne, Songul Îlker jî tevlî civîna çapameniyê bûn. Di civînê de pankarta, “Girtiyê nexweşiya wî giran Yûsûf Akbaba bila were berdan” hat daleqandin. 

Di civina çapemaniyê de Songul Îlker ku kurê wê bi Akbaba re li heman girtîgehê dimîne, da zanîn ku Akbaba bi nexweşê diyabetê ye, lê xwarina nexweşên diyabetê nadinê û wî di hucreya yekkesî de digirin. Akbaba ji malbata xwe re gotiye, dermankirina wî tê astengkirin û jiyana wî di tehlûkeyê de ye. Akbaba roj bi roj ber bi mirinê ve diçe. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Ez bangî çapemeniyê dikim da ku dengê me bigihîne raya giştî.”

MA/STENBOL