Dixwazin fermanê dubare bikin

Yekşem 6 Îlon 2020 - 15:50

  • Hisên Kerkûkî: Dewleta Tirk û PDK dixwazin fermaneke din bi serê Êzdiyan de bînin.

BOTAN GERMIYANÎ
ROJNEWS/SILÊMANÎ

Berpersê Desteya Dîplomasî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Hisên Kerkûkî, ji aliyê PDK’ê ve astengkirina vegera Êzidiyên Şengalê û belavkirina propagandeya nerast weke plangeriyek li dijî modela nû ya li Şengalê ya bi hev re jiyanê, xweparastin û xwerêveberinê bi nav kir û got; “Armanca wan li ser Êzidiyan dubarekirina fermaneke dine.”
Di van demên dawî de gelek koçberên Êzidî yên li wargehên li Başûrê Kurdistanê vedigerin warê xwe yên li Şengalê. Li Şengalê jî Meclîsa Xweseriya Şengalê, rêxistin û saziyên Şengalê pêngava avakirina Şengalê dane destpêkirin. Lê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li pêşiya vegera Êzidiyan dibe asteng û nahêle ji wargehan derkevin û vegerin warê xwe. Li gorî gotina Êzidiyan PDK ji derveyî rêgirtina vegerê, bi riya kesên sîxûr hewl dide ku di nava Şengalê de aloziyê çêke ku ezmûna li Şengalê heye xerab nîşan bide. Herwiha balafirên şer ên dewleta Tirk jî rojane li ser Şengalê digerin û heta niha çend caran  bombebaran kirine.
Kerkûkî diyar kir ku PDK îdia dike ku rewşa Şengalê nearame û rê nade koçberên  Êzidî vegerin Şengalê û got: “Dixwaze koçberan di bin destê xwe de bihêle. Nahêle vegerin warê xwe. Vê jî weke kartek zextê bi kar tîne. Tirkiye jî weke dewletek dagirker ku di dagirkirina Şengalê de hevkarê DAIŞ’ê bû, bi riya PDK’ê van karan li dijî modela nû ya li Şengalê dike. Eger Êzidî şiyar nebin wê fermandek din bi serê wan de were. Em weke Tevgera Azadî vê modela Şengalê gelek baş dibînin.”
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî bi daxuyaniyekê, ragihandibû ku pîlanekî nû li dijî Şengalê di dewrê de ye û hêzên 3’ê Tebaxa 2014’an di fermanê de cih girtibûn careke din mil didin hev.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.