• Girtiyê nexweş Menderes Leyla divê 2024’an were berdan lê bi hinceta cezayên hucreyê û dîsîplînê yên ku îdareya girtîgehê di 2005, 2006 û 2007’an de lê biriye, 6 salên din jî wê di hepsê de bimîne. 

MUHAMMED ENES SEZGÎN / MA/AMED

Dewleta Tirk 29’ê Kanûna par ji bo hepsan pêkanîna ‘desteya çavdêriya îdarî’ xiste meriyetê. Armanc jê ew bû ku mafê berdana bi şert a girtiyên siyasî betal bike û her wiha ew cezayên xwe xelas bikin jî ger rêveberiya hepsê bixwaze dikare wan bernede. Girtiyê nexweş Menderes Leyla jî tevî ku 27 sal in di hepsê de ye û nexweş e, nayê berdan. Di ser de jî bi hinceta cezayên dîsîplînê yên 10 sal berê, berdana wî 6 salan hatiye taloqkirin. Parêzer Gulîzar Tûncer, vê biryarê wekî ”polîtîkaya rizandinê” bi nav kir û got, ev biryar, ne biryareke hiqûqî ye. 

Menderes Leyla di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 1 a Tîpa L’yê de ye. Her wiha ew yek ji wan kesan e ku di nav lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Nexweşiya KOAH’ê û gelek nexweşiyên din pê re hene. 27 sal in girtî ye. Divê 2024’an were berdan lê bi hinceta cezayên hucreyê û dîsîplînê yên ku îdareya girtîgehê di 2005, 2006 û 2007’an de lê biriye, berdana wî ji sala 2024’an heya sala 2030’yî hat taloqkirin.

Polîtîkaya kîn, nefret, dijminatî 

Hatîce Onaran, wasiya Menderes Leyla ye û Gulîzar Tûncer ku parêzera Menderes Leyla ye, bertek nîşanî vê biryarê dan. Wasî Hatîce Onaran, got Menderes Leyla jî wekî girtiyên din di warê tenduristiyê de bi pirsgirêkan rû bi rû ye û bijîşkê revîrê guh nade girtiyên nexweş. Her wiha Onaran, got Menderes Leyla di navbera 2005 û 2007’an de bi awayekî dijwar hatiye êşkencekirin û bi ser de jî cezayên hucreyê lê hatine birîn. Onaran wiha peyivî: ”Ji xeynî êşkenceyê wekî sûcdar be bi ser de cezayê hucreyê lê birîn. Paşê înfaza wî hat şewitandin. Wî di sala 2009’an de ji bo îtiraz bike daxwazname dan, lê guh nedan daxwaznameyên wî. Ji bo şewitandina înfazê 3 cezayên hucreyê û darizandina wî ya ber sûcê ‘terorê’ ji xwe re kirine hincet. Vê biryara wekî ‘divê înfaza te bê şewitandin’ ragihandin wî. Li hemberî girtiyên siyasî her diçe polîtîkaya kîn, nefret, dijminatî û cezakirinê zêdetir dibe. Em parêzer, parazvanên mafên mirovan, sazî û dezgeh em ê tim bibin dengê girtiyan. Em ê tim li cem wan bin.” 

Dixwaze wan bikuje 

Parêzer Gulîzar Tûncer jî diyar kir ku muwekîlê wê bi ”hewldana guherandina pergala qanûna bingehîn” hatiye cezakirin, lê bi awayekî adil nehatiye darizandin. Tûncer, got ji bo berdana muwekîlê xwe gelek caran serî li dozgeriyan daye, lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û wiha axivî: ”Li girtîgehê polîtîkayeke rizandinê heye li hemberî girtiyên nexweş. Dewlet ji dêvla ku guh bide pirsgirêkên wan ê tenduristiyê, dike ku ew bimirin.” 
 
Bêhiqûqiyeke mezin e

Tûncer, destnîşan kir ku înfaza muwekîlê wê bi hinceta cezayê dîsîplînê hatiye şewitandin û got: ”Bi vî awayî gava dema berdana girtiyên siyasî tê, wan bernadin. Jixwe ji bo ên siyasî rejîmeke înfazê ya cihêkar heye. Bi ser de jî radibin mafên wan ên berdana bişert binpê dikin. Ev jî dibe cihê encamên giran. Bi cezayên hucreyê şewitandina înfazê bêhiqûqiyeke mezin e. Her wiha ev cezayê dîsîplînê li girtîgehan ji aliyê desteyê îdarî yên ku tu wesfeke wan a hiqûqî tune ye, tên dayîn. Ev bi tena serê xwe pirsgirêk e.

Bi salan e ji bo ku girtiyên siyasî dev ji nasnameya xwe ya polîtîk û bîrdozî berdin wan tecrîd dikin. Niha jî hewl didin bi binpêkirina mafê azadiya wan, wan isleh bikin. Helbet ev polîtîkaya rizandinê ya bi mebesta siyasî tê kirin, dê nikaribe li hemberî sekna girtiyên siyasî bi ser bikeve û dê nekeve jî.” 

Zext û zordarî zêde bûn 

Parêzer û endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Mehtap Işik bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li girtîgehên dewleta Tirk.
Parêzer Işik ji ANF’ê re axivî û got, ”Girtiyan nabin nexweşxaneyê. Cezayên dîsîplînê weke hincet ji vê yekê re nîşan didin. Muwekîlên me yên ku tedawiya kanserê dibînin, hewl didin ku tenê bi derman jiyana xwe dewam bikin.
Girtiyên ku divê bên berdan nayên berdan. Li girtîgehên li Wanê û tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên ku cezayê dîsîplînê li wan nehatine birîn jî bi biryara desteya çavdêriyê ya îdarî nayên berdan. Vê yekê jî bi hinceta ku ji rêxistinê qutnebûne dikin. Ev yek desteserkirina mafê mirovan e. Tevî ku cezayê dîsîplînê nehatiye birîn jî girtî li girtîgehê têne hiştin.”

Cezayên dîsîplînê li wan dibirin
Parêzer Işik diyar kir ku ji ber grevên birçîbûnê cezayên dîsîplînê li girtiyan tên birîn û bi bîr xist ku ji xwe bi bahaneya şewbê qadên hevpar, qadên sporê û çalakiyên hevpar hatine betalkirin.
Parêzer Mehtap Işik got, ”Bi cezayên dîsîplînê girtî ji van mafên xwe bêpar têne hiştin. Cezayên dîsîplînê li sîcîlê têne bicihkirin. Qanûnê li gorî xwe şîrove dikin. Hiqûqê nas nakin. Li gorî xala 56’an a Destûra Bingehîn mafê her kesî ye ku bi tenduristiyeke baş bijîn û ev yek jî di bin berpirsyariya dewletê ye. Pêkanînek berevajî vê yekê sûc e.’’ n WAN