Beşek ji mamostayên zanîngehê yên li Hewlêrê, ji nebûna yekîtî û yekrêziya di navbera partiyên siyasî de bifikarin û dibêjin, dubendiya di navbera aliyên siyasî de dibe sedema dewama dagirkeriyê li ser xaka Herêma Kurdistanê: “Dewleta Tirk xewnên ji nû ve rabûna Împaratoriya Osmanî dibîne û aliyên siyasî yên Kurd jî ji pîlan û konseptên dewleta Tirk ên li ser dagirkirina Kurdistanê agahdar nînin.”

Têkildarî mijarê, Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Kameran Ezîz dibêje, ti qîmet û girîngiya Peymana Lozanê nemaye, lê dijmin û dagirkerên Kurdistanê peymanê li dijî gelê Kurd bi kar tînin: “Aliyên siyasî yên Kurd ji vê rewşê bê agahî ne. Pêwîst e aliyên siyasî yên Kurd ji bo parastina destketiyên neteweyî yên gelê Kurd xwedî yekîtiyeke xurt bin. Divê ji bo berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê, nakokiyên xwe yên siyasî daynin aliyekî.”

Pîlana dagirkeriyê heye

Mamostayekî din ê zanîngehê li Hewlêrê, Serbest Nebî dibêje, gelê Kurd ji pîlan û konseptên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bê agahî ye ku armanca wê sepandina hegemonyaya xwe ye li ser xaka Kurdistanê û da zanîn ku ev pîlana qirkirin û konsepta dagirkeriyê ji aliyê partiya desthilatdar AKP’ê û serokê wê Erdogan ve hatiye dariştin.

Mamostayê zanîngehê Serbest Nebî derbarê pirsgirêkên navxweyî yên gelê Kurd de got, “Hebûna pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan li gorî berjewendiyên dijmin û dagirkerên Kurdistanê ye. Lewra divê aliyên Kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî daynin aliyekî da ku karibin yekîtiya gelê Kurd ava bikin û biparêzin.”

ROJNEWS/HEWLÊR