• Dewleta Tirk, bi îdîaya astengkirina koçberan li ser sînorê Wan-Rojhilat dîwêr lê dike.

Dewleta Tirk, bi îdîaya astengkirina koçberan li ser sînorê Wan-Rojhilat dîwêr lê dike.
Dewleta Tirk ku li navçeya Çaldiran a Wanê û navçeya Bazîd a Agiriyê bi dehan kalekol û qereqol li ser sînor lê kiriye, niha jî dîwêr lê dike.
Dewleta Tirk a ku qîma xwe bi kalekol û qereqolên li ser sînor nayne, li beşekî mezin ê sînorê Wan-Îran, Agirî-Îran (Rojhilat) dîwar lê kiribû. Hate îdîakirin ku dîwar ji bo astengkirina koçberan tê lêkirin, lê belê tê gotin ku armanca rastî ya lêkirina dîwar şerê li herêmê ye.
Her meh bi hezaran koçber ji Îranê tên Wanê. Bi taybetî li herêmên ku qereqol lê ne derbas dibin. Tê zanîn ku li navçeya Çaldiranê bazirganên mirovan û leşker bi hevkarî koçberan digihînin Wanê û ji vî karê xwe jî gelekî pereyan qezenç dikin. Dewleta ku ji koçberan pereyan qezenç dike, nahêle ku gelê Kurd bazirganiya li sînor bike.
ANF/WAN