- KCKʼê di çarçoveya Newroza 2021'ê de got: Gelê me û dostên me xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo Rêber Apo bi her awayî ji têkoşînê re amade ne. Em careke din dibêjin, ev xwedîderketina li Rêber Apo divê domdar be.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê pîrozbahiyên Newrozê de daxuyaniyek da û got: "Newroza 2021'ê li çar parçeyên Kurdistanê, li metropolan û derveyî welat, bi rengê ku li dîroka wê bê, bi heybet hate pîrozkirin. Moraleke mezin da gelê me û dostan, di heman demê de tirs xiste dilê dijminên Kurdan û demokrasiyê. Em, her kesên ku keda wan di pîrozbahiyên Newrozê de hene, gelê xwe û dostên xwe yên ku qadên Newrozê dagirtin, bi coşa Newrozê silav dikin û pîroz dikin. Bi van pîrozbahiyan, ji niha ve misgoer bûye wê sala 2021'ê bibe sala azadiyê ye.
Gelê Newrozê
Newroza 2021'ê raxist pêş çavan ku mîna Rêber Apo destnîşan kir; gelê me bûye gelê Newrozê, gelê serhildanê. Gelê Kurd bûye gelekî welê ku ji bo hebûn û azadiya xwe şer dike. Nîşanî dost û dijmin her kesî daye ku zext û zordarî wê nikaribe wan ji têkoşîna hebûn û azadiyê vegerîne. Gelê Kurd bi biryar e ku bi nasname, ziman û çanda xwe li welatê xwe bi rengekî azad bijî. Biryardariya xwe ya ji bo jiyana azad û demokratîk, bi rengê ku li ruhê Newrozê yê beriya 2633 salan tê, bi sekna xwe nîşan daye ku li ser bingeha neteweya demokratîk û biratiya gelan dixwaze pêk bîne. Di Newrozê de xwedîderketina li HDP'ê bi xurtî, nîşaneya berbiçav a vê nêzîkatiyê ye.
Dixwaze tecrîd bi dawî bibe
Gelê me di Newroza 2021'ê de bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' û 'Azadî ji Rêber Apo re' bi awayê herî xurt xwedî li Rêberê xwe derketiye. Ev xwedîderketin di heman demê de bûye bersivek ji nûçeyên li ser jiyan û tenduristiya Rêber Apo. Gelê me dixwaze tavilê agahiyeke pêbawer ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo werbigire. Ji ber ku tê zanîn, bloka heyî ya desthilatdariya faşîst dijminê Kurdan e, dijminê her cûre nirxên Kurdan e. Lewma gelê me ne tenê dixwaze tecrîd bi dawî bibe. Ji bo careke din nûçeyên bi vî rengî rû nedin, dixwaze Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bibe; têkoşîna xwe jî bi vê armancê dewam dike.
Heta agahiyeke zelal
Mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo hîn zelal nebûye. Karakterê vê desthilatdariyê ku dijminê Kurdan e, dike ku bawerî bi ti daxuyaniya wan neyê. Lewma şert e ku parêzer rû bi rû Rêber Apo bibînin. Heta ku ev pêk neyê, divê gelê me helwesta xwe ya xwedîderketina li Rêbertî ku di Newrozê de nîşan da, bi çalakiyên dewlemend dewam bike. Di serî de jin û ciwan divê gelê me û dostên gelê me heta di mijara tenduristî û jiyana Rêber Apo de agahiyeke zelal bi dest bixe, li ser piyan be.
Ji qonaxeke nû re amade bin
Gelê me jî, dostên me jî li bendê ne ku di demeke kurt de di mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo de agahiyeke zelal werbigirin. Eger di demeke kurt de rewşa Rêberê me eşkere nebe, em ê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya nû eşkere bikin. Eger di demeke kurt de rewş zelal nebe, divê gelê me jî, dostên me jî, hêzên demokrasiyê hemû xwe ji rê û rêbazên nû yên têkoşînê re amade bikin.
Newroza 2021'ê nîşan da ku gelê me û dostên me xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo Rêber Apo bi her awayî ji têkoşînê re amade ne. Em careke din dibêjin, ev xwedîderketina li Rêber Apo divê domdar be."
ANF/BEHDÎNAN