• Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Abdula êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî xaka Iraqê û Herêmê, weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir. 

Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Abdula êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî xaka Iraqê û Herêmê, weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir. Arêz bang li raya giştî a navneteweyî û li hikumetên Bexda û Hewlêrê kir da ku xwedî helwêsteke cidî bin.

Arêz Abdula got, divê civaka navneteweyî jî bêdeng nemîne, ji ber ku ev êriş berevajiyê qanûnên navneteweyî ye. Arêz dibêje, niha dewleta Tirk van cûreyên balafiran, ne tenê li Kurdistanê, li Lîbya, Ermenistanê û cihên din jî bi kar tîne.

Arêz di dawiyê de got; “Di demên bihurî de çend caran li navçeyên Hewlêrê ev balafir hatin bikaranîn û bû sedema metirsiyeke cidî.”

ROJNEWS/ SILÊMANÎ