Divê Tirkiye vê firsendê jidest nede
Şemî 29 Adar 2025 - 03:45
- Siyasetmedar û dîplomatên Awûstûryayî diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsirêka Kurd firsendek hatiye afirandin û gotin, divê Rêber Apo tavilê bê berdan û dewleta Tirk ji bo aştiyê gavê biavêje.
Serokkomarê berê yê Awûstûryayê Heinz Fischer anî ziman ku ji bo şerê bi salan ê navbera Tirkiyeyê û Kurdan çareser bibe, divê herdu alî gavê biavêjin. Fischer destnîşan kir ku Rêber Apo ji bo aştiyê gaveke girîn avêt û pêwîste hikumeta Tirk jî bersiva vê yekê bide. Heinz Fischer destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi dehan salan a li Tirkiyeyê firsendek afirî ye û got:"Eger ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, yan jî qet nebe ji bo kêmkirina vê pirsgirêkê firsendek hebe, herdu alî jî divê gavê biavêje. Ocalan bi wêrekî gav avêt. Hikumeta Tirk jî divê bi rengekî rast nêzî gelê Kurd bibe. Ji bo çareseriya şerekî, divê herdu alî tevbigerin. Dema ku aliyekî gav avêt, divê aliyê din jî bersivê bide. Ocalan gava destpêkê avêt. Eger hikumet jî li pêş raya giştî bersivê bide, hingî ji bo aştiyeke mayinde gav wê bê avêtin. Divê guh bidin peyama Ocalan û li gorî vê jî rêyeke çareseriyê bê peydakirin. Di nava 20 salên dawî de li demokrasiyên Rojava ji bo çareseriya vê pirsirêkê gelek pêşniyar hatin kirin. Piraniya wan jî bi ser neketin. Lê belê niha li ber destê me firsendeke rasteqîn heye û divê bê bikaranîn. Eger ev firsend neyê bikaranîn wê bibe windahiyek mezin."
Gava wêrekî bê bersiv nehêlin
Heidi Sequenz peyama Rêber Apo ya ji bo fesihkirina PKK'ê û rawestandina şerê leşkerî weke hewldaneke bi wêrekî pênase kir û got:"Ev gava ku Ocalan avêt ne tenê girîng e, di heman demê de gelekî wêrek e. Gotina 'Em dawî li şerê leşkerî tînin, PKK'ê fesih dikin' gaveke gelekî mezin e. Lê belê di vir de divê aliyê Tirkiyeyê jî bersivê bide. Mixabin heta niha me gaveke bi vî rengî nedîtiye. Dema dawî min êrîşek li ser malbateke li Rojava û mirina sivîlan bihîst. Bûyerên bi vî rengî teqez zerarê dide baweriyê û zerarê dide pêvajoya aştiyê. Bi rastî jî ya girîng ew e ku serokdewletên Yekîtiya Ewropayê û Ewropa pêşniyara aştiyê ya Ocalan bixin rojeva xwe û ji raya giştî ya berfireh re ragihînin. Naxwe ev hewldan wê bi bandor nebe. Hikumeta Tirk divê tavilê vê helwestê biguherîne û Ocalan bi lez berde. Hîn wê çiqasî li Îmraliyê tecrîd bike?"
Ocalan semboleke xurt e
Parêzerê ji Viyanayê Clemens Lahner banga aştiyê ya Rêber Apo ji bo çareseriyeke mayinde û ji dil weke hewldaneke girîng pênase kir û wiha got:"Banga ku Abdullah Ocalan kir ji bo aştiyeke mayinde ya Kurdan û gelên Tirk hewldaneke cidî ye. Ev yek înîsiyatîfeke gelekî girîng e û em hêvî dikin ku Tirkiye wê vê firsendê bi kar bîne û bi Tevger Azadiyê ya Kurd re dest bi danûstandinên cidî bike. Ocalan salên dûr û dirêj e tecrîdkirî ye. Tirkiye wî weke terorîst bi nav dike lê belê Ocalan ji bo gelê Kurd nûnerek e, semboleke xurt e. Rola wî ya di pêvajoya aştiyê de gelekî girîng e."
Tirkiye ne amade ye
Siyasetmedara Awûstûryayî û Pispora Polîtîkaya Derve Ewa Ernst-Dziedzic anî ziman ku zextên li hemberî gelê Kurd li Tirkiyeyê hîn jî dewam dikin, Tirkiye bi rengekî samîmî nêzî pêvajoya aştiyê nabe û diyar kir ku Rêber Apo salên dûr û dirêj bi rengekî bêhiqûqî tecrîdkirî ye û divê bê berdan. Ernst-Dziedzic diyar kir ku li Tirkiyeyê zexta li ser muxalefetê zêde bûye û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamolû bi vî rengî rexne kir:"Erdogan weke ku her carê dike hewl dide zextê li muxalefetê bike û bombeyan li herêmên Kurdan dibarîne. Tirkiye li şûna ku destûra jiyaneke aştiyane bide gelê Kurd, polîtîkaya zextê dewam dike."
Em ê bi berpirsiyarî rabin
Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Berîvan Aslan jî destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî pêvajoya li Tirkiyeyê hîn bêhtir kontrol bike û ji bo pêkhatina aştiyê jî divê giranî ji dîplomasiyê re bê dayin û got:"Gelê Kurd û gelên din xwedî mafê jiyana bi rûmet in. Lê belê ev pêvajo divê ji aliyê aktorên navneteweyî ve hîn bêhtir ji nêz ve bê şopandin. Ji bo pêvajoyeke hîn xurt a aştiyê bi dîtina min divê aktorên navneteweyî jî tevlî pêvajoyê bibin. Pêvajoyeke xurt a aştiyê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Ewropa û tevahiya cîhanê jî irîng e. Weke siyasetmedar em amade ne bi berpirsyariya xwe rabin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN