MEYSAA EKARÎ
ANHA/KOBANÊ

Parêzer Îsmet Îbrahîm diyar kir ku binpêkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şûnwaran, li gorî qanûnên naveteweyî sûcên dema şer in û divê sûcdar werin dadgehkirin. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ne tenê sûcan li dijî xelkê dikin, di heman demê li dijî cihên dîrokî, mal û milkên giştî jî sûcan dikin.
Di gelek raporan de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî hatin belgekirin. Di nava wan de dizî û talankirina şûnwaran, firotina wan li bazara reş a Tirkiyê jî hene.

Parêzer û endamê Yekitiya Parêzeran a Kobanê Îsmet Îbrahîm îşaret bi nirxên manewî û dîrokî yên cihên dîrokî kir û got, "Dewleta Tirk bi çavekî madî li şûnwar û cihên dîrokî dinêre. Ji ber ku wê piştî nekarî petrola Sûriyê desteser bike, berê xwe da şûnwaran, da ku a aboriya xwe ya hilweşiyayî xurt bike. " Îbrahîm eşkere kir ku armanca dewleta Tirk îmhakirina dîroka gelê Kurd e li Rojavayê Kurdistanê.

Peymanên navneteweyî tine hesibandine

Îsmet Îbrahîm peymanê Den Haag û Cenevreyê bi bîr xistin û got, sûcên dewleta Tirk sûcên dema şer in.

Li gorî peymana Den Haagê ya yekê a 1954’an, divê di demên şer de milk û şûnwar werin parastin. Li gorî Peymana Den Haagê ya duyemîn a 1999’an qedexe ye ku dagirker milk û şûnwaran derxe derve yan jî cihên dîrokî yên li herêmên dagirkirî vekole.

Parêzer Îsmet Îbrahîm dibêje, li gorî qanûnên navneteweyî talankirin û dizîna şûnwarên dîrokî ji sûcên dema şer in, her wiha li gorî hiqûqa navneteweyî gelek hêman ji bo parastina herêmên şûnwarî yên dîrokî hene.

Dewleta Tirk qanûn hemû binpê kirin

Îsmet Îbrahîm got, heta niha dewleta Tirk li gorî ti bendekê ji bendên parastina şûnwaran tev negeriye. Wî destnîşan kir ku tevahî kirinên dewleta Tirk ên li xaka Sûriyê ji sûcên dema şer in. Ji ber ku ji bo binpêkirina hukimraniya Sûriyê, xwe spart Peymana Edenayê ya ku erêkirina wê di parlamena Sûriyê û Tirkiyê û heta ya NY’yê de, tine ye.

Parêzer Îsmet Îbrahîm di dawiyê de got, divê Erdogan û çeteyên wî tevî serbazên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî, li gorî qanûnên navneteweyî ji ber van sûcên dema şer bên dadgehkirin.