Divê tifaqa sîxuran nehewînin

Çarşem 11 Îlon 2024 - 03:15

  • Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal bire ser tifaqa Tirkiyeyê ya PDK, DAÎŞ û Hîzbûlkontra li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê pêk aniye û bang li gelê Kurd kir ku li dijî van hêzan û sîxuran bi xurtî têbikoşe.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat tevlî Bernameya Taybet a li televîzyona Medya Haberê bû, bal bire ser zêdebûna komkujiyên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê yên piştî lihevkirina Tirkiye, PDK û Iraqê û diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine bicihkirin. Besê Hozat işaret bi hevkariya Tirkiye, PDK, DAÎŞ û Hizbûlkontra ya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kir.

Besê Hozat ragihand ku tifaqa PDK'ê ya bi DAÎŞ'ê re ti carî xera nebûye û got:"Armanca PDK'ê mîna dewleta Tirk tasfiyekirina tevgera azadiyê ye, qirkirina Kurdan e." Besê Hozat anî ziman ku li hemberî polîtîkayên PDK û Hizbûlkontra divê Kurd, rewşenbîrên Kurd helwesteke cdî nîşan bidin û got:"Divê gelê me ti carî nehêle ku sîxur di nava wan de hebe."

Iraq jî berpirsiyarê qirkirinê ye

Li Seyîdsadiq Gulistan Tara, Hêro Behadîn, dîsa li Dukanê 3 welatî û li Şarbajar jî 3 mirovên welatparêz hatin qetilkirin. Li Bradostê şivanek hatibû qetilkirin. Li Behdînanê ji xwe berê gelek welatparêz hatin qetilkirin. Berê jî dîsa li Bradostê komkujiyên sivîlan pêk hatin. Piştî peymana Enqere, Bexda û PDK’ê ev komkujî her diçin zêde dibin. Dewleta Tirk êdî gel qetil dike. Ji xwe li Behdînanê komkujiyeke pir cidî mijara gotinê ye. Her alî tê şewitandin. Ev qad ji mirovan tê xalîkirin. Di vî warî de dewleta Tirk sûcê qirkirinê pêk tîne. Qasî dewleta Tirk êdî em ê Iraqê jî berpirsyar nîşan bidin. Ji ber ku Bexda û rêveberiya Başûrê Kurdistanê di nava vî karî de ne. 

Tifaqa PDK û DAIŞ’ê berdewam e

Têkildarî vê yekê divê mirov bi girîngî li ser rola PDK’ê bisekine. Niha gelek çete jî ji qadên dagirkirî yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê anîne Behdînanê. Li Tirkiyeyê ji xwe gelek çete, li kampên perwerdeyan e. Anîne qadên dagirkirî. Li vir rola PDK’ê, pir girîng e. Sala 2014’an dewleta Tirk, PDK û DAÎŞ’ê peymanek çêkirin. Li gorî vê peymanê DAÎŞ wê Mûsilê bigire, Mûsil wê teslîmî DAÎŞ’ê were kirin. PDK jî wê Şengalê teslîmî DAÎŞ’ê bike, hêza xwe ji Şengalê vekişîne. DAÎŞ wê Mûsil û Şengalê bigire. Piştî wê wê Şengalê hem weke parastina Mûsilê bi kar bîne, hem jî di êrîşa li ser Rojava de Şengalê bike navend, ji wir jî êrîşî Kantona Cizîrê bike. Piştî ku DAÎŞ’ê Kantona Cizîrê girt, wê dewrî PDK’ê were kirin û li ser Başûrê Kurdistanê bê zêdekirin. Piştî wê Efrîn û Kobanê wê were girtin, ev der jî wê teslîmî DAÎŞ’ê bê kirin. Kerkûk jî wê teslîmî PDK’ê bê kirin. Tirkiye wê bibe hevkarê petrola Kerkûkê.

Li ser vî bingehî Tirkiye, PDK û DAÎŞ’ê peymanek çêkir. Dema ku DAÎŞ’ê berê xwe da Hewlêrê, rewş guherî. Piştî wê mecbûrî PDK çû ber lingê gerîla. Ji ber ku bi rastî jî DAÎŞ’ê wê Hewlêr girtiba. Tifaqa Tirkiye-DAÎŞ-PDK’ê ti carî xira nebûye. Hêzên navneteweyî ji DAÎŞ’ê sûd wergirtin. Lê hêza esas a ku DAÎŞ’ê rêxistin dike, AKP bi xwe ye. Ev rastiyek e. Ji destpêkê ve Tirkiye-DAÎŞ-PDK di nava tifaqê de bûn. Niha Huda Par, Hîzb-î Kontra jî tevlî vê kirine. Li ser bingehê vê tifaqê DAÎŞ niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Behdînanê ye. Divê yek baş were fêmkirin. Ev tifaq di rewşa heyî de, nû dibe dewam dike. Tifaqa Tirkiye-DAÎŞ-PDK-Hîzb-î Kontra. Wê demê jî Hîzb-î Kontra roleke cidî lîst. Di Şerê Kobanê de, di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Rojava de roleke pir cidî lîst. Heman tifaq niha dîsa dewam dike. Dewleta Tirk bi vê tifaqê hewl dide encam werbigire. Iraq jî niha bi van peymanên dawiyê re tevlî vê pêvajoyê kirin. Çima? Ji ber ku dewleta Tirk nikare vî şerî bi rêve bibe. Nikare vî şerî bi rêve bibe. Niha bi tifaqa heyî hewl dide vê şerî birêve bibe.

Li Kurdistanê sîxurtiyê rêxistin dikin

PDK niha li gel DAÎŞ û Hizb-î Kontra li her çar perçeyên Kurdistanê bi awayekî aktîf dixebite. Ajantiyê pêş dixe. Serokê Hizb-î Kontrayê hate Hewlêrê, bi Mesût Barzanî re hevdîtinek pêk anî. A niha PDK jî Hizb-î Kontra jî li gel Daîreya Şer a Taybet a Tirkiyeyê kar dikin. Parçeyeke Daîreya Şer a Taybet in, şaxa wê ya Kurdistanê ye. Bi rastî jî a niha rewşa heyî ya PDK’ê ji hevkariyê derbas bûye. Nabe ku ev rewşa PDK’ê bi tenê bi hevkariyê were pênasekirin. Şebekeya îxanet û sîxuriyê ye. Divê li dijî vê yek helwesteke bihêz were nîşandan. Divê li hemberî vê xeta hevkarî û sixurtiya îxanetker têkoşîna civakî û têkoşîna siyasî were meşandin. Bi taybetî jî rewşenbîr, hemû partiyên li Kurdistanê yên welatparêz, rêxistin, avanî, eşîr û beşên din ên civakê li hemberî vê yekê nerazîbûn û helwesta xwe nîşan bidin. Bi rastî jî ev yek ji bo pêşeroja gelê me bi xwe re talûkeyeke mezin tîne. 

Hizbûlkontra pir talûkeye

Hizb-î Kontra ji destpêkê heya niha rêxistineke Daîreya Şer a Taybet a Tirkiyeyê bû. Li gel JITEM’ê xebitî. Niha dîsa hewceyî bi wan heye. Ji ber ku bi tevgerê nikarin. Tu eleqaya Hizb-î Kontrayê li gel Kurdbûn û Îslamiyetê tune ye. Çawa ku dîn û îmanê Erdogan pere û desthilatdariye bi heman awayî dîn û îmana Hizb-î Kontrayê jî tetîkkêşî ye. Divê çapemeniya azad vê yekê gelekî eşkere bikin. Ez hewldanên çapemeniya azad yên têkildarî vê yekê gelekî kêm dibînim. Ev 10 sal in şerê qirkirinê dide meşandin. Bi her cure teknîkê, bi her cure rê û rêbazên qirêj vê yekê dide meşandin. Çekên kimyewî bi kar anîn, bombeyên termobarîk bi kar anîn. PDK anî li ba xwe, bi DAÎŞ’ê jî êrîş kir. Iraq jî kiriye hevparê xwe. A niha Hizb-î Kontra li Başûrê Kurdistanê bi awayekî cidî tê birêxistinkirin. Li Başûrê Kurdistanê sîxuran bi rêxistin dikin. Hewl didin ku li Rojava, li Bakurê Sûriyeyê sîxuran bi rêxistin bikin. Ji ber wê yekê jî li Başûrê Kurdistanê ofîs vekirine. Hemû gavan MÎT, Barzanî û Hizb-î Kontra li hev dicivin. Li hemberî Tevgera Azadiyê bi rojane planan saz dikin û şer dikin. Li dijî vê yekê divê bi awayekî cidî têkoşîna siyasî, îdeolojîk û civakî were meşandin. Ev avaniyeke pir bitalûke ye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.