Divê tavilê ceza bê betalkirin
Pêncşem 16 Çile 2025 - 03:00
Nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirina girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de hejmarek ji pisporên mafên mirov ên Neteweyên Yekbûyî di derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bang li Îranê hat kirin ku tavilê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bê betalkirin. Her wiha ji rejîma Îranê hat xwestin lêkolînê di derbarê êşkence û bê dadiyên tên kirin de bê kirin û dawî li çewisandin û hedefgirtina çalakvanên jin bê anîn û wiha hate gotin:“Pexşan Ezîzî ji bo bi darê zorê îtiraf bike, di jêr êşkenceya derûnî û fîzîkî de hatiye hiştin û demek dirêj rê nehatiye dayîn bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Her wiha ji bo bi zorê îtiraf bike, gelek endamên malbata wê hatine binçavkirin.” Di dawiyê de jî hatiye diyarkirin cezayê ku li Pexşan Ezîzî hatî birîn asta bilind a çewisandin û bêdengkirina jinan nîşan dide.
42 mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê jî têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî daxuyaniyek dan û wiha hate gotin:“Em wek 42 zana û mamostayên olî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin cezayê darvekirinê ku bi awayek nedadperwerane li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn, betal bikin.” Di dewamê de hat gotin ku divê desthilata Îranê dawî li pêla binçavkirina welatiyan bîne, ger dawî li zextan neyê anîn wê gel û hikûmet hîn zêdetir ji hev dûr bikeve. Di dawiyê de jî hat gotin ku ew li bendê ne aramiya derûnî ji bo gel bê peydakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN