Divê Swêd ji Kurdan lêborînê bixwaze

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 17 Kanûn 2020 - 16:49

Partiya Çep a Swêdê bang kir li dewleta Swêdê kir da ku ji ber neheqiya piştî kuştina Olof Palme li Kurdan kiriye, lêborînê ji wan bixwaze.

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Partiyê yê Polîtîkaya Derve, Hakan Svennelîng Mijdar û Kanûnê pêşnûme pirs pêşkêşî parlamentê kiribûn û zext û êrişên dewletên Swêd û Tirk ên li dijî Kurdan xistibû rojeva parlamena Swêdê.

Svennelîng xwestibû ku ji ber neheqiya piştî kuştina Olof Palme li Kurdan hatiye kirin, Swêd lêborînê ji Kurdan bixwaze. Piştre bi daxwaznameyeke cuda ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ji Swêdê xwestibû ku bikeve nava liv û tevgerê.

Li gorî nûçeya ANF'ê ya Mûrat Kuseyrî, Wezîrê Edaletê yê Swêdê Mîkael Damberg beriya çend rojan bersiv daye pirsên Svennelîng û diyar kiriye ku Kurdên ji ber kuştina Palme zerar li wan bûye, dikarin miracaetî Mufetîşiya Hikumetê û Ombûdsmana Edaletê bidin û daxwaza tazmînatê bikin.

Svennelîng têkildarî bersiva Wezîrê Edaletê axivî û got, ji bo Swêdê cihê xemgîniyê ye ku berpirsyariya neheqiya li Kurdan hatiye kirin, li xwe nagire.

Svennelîng her wiha di 10'ê Kanûnê de jî ji Hikûmeta Swêdê xwestibû ku ji bo DAIŞ'iyên welatiyê Swêdê yên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ne radîkaltir nebin, bikeve nava hewldanan.

Svennelîng got, "Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de berpirsyariya her kesî heye, Swêd jî divê bi berpirsyariya xwe rabe. Divê piştgiriyê bide rêveberiya xweser a li Bakurê Sûriyeyê û ji bo darizandina sûcdaran bibe alîkar."

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.