Divê serketin veguhere çalakiyê

În 19 Nîsan 2024 - 02:45

  • KCK'ê diyar kir ku hilbijartinê berpirsyariya hêzên demokrasiyê zêde kir ku karê esasî ew e encamên têkoşîna li dijî faşîzmê veguhere rêxistinî û çalakiyê û li ser bingeha azadiya gelê Kurd Tirkiyeya demokratîk bê avakirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got:"Di 31'ê Adara 2024'an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartinên xwecihî hatin kirin û encam diyar bûn. Hem ji aliyê helwesta gelê Kurd, hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê hem jî ji aliyê rewşa siyasî ya nû ya encama vê helwestê ve, em vê pêvajoya hilbijartinê girîng dibînin. Di hilbijartinên xwecihî de li Tirkiyeyê rewşeke nû derkete holê, zemînê rizgariya ji tengaviyê û çareseriya pirsgirêkan hîn xurt kir. Vê rewşê derfet û firsendeke girîng pêşkêşî hêzên siyasî kir. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em vê rewşê weke firsendeke girîng dibînin. Di çarçoveya vê nêzîkatî û berpirsyariyê de em pêwîstiyê pê dibînin ku nêrîn û bendewariya xwe parve bikin."

AKP êdî bermahiyeke siyasî ye

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku hilbijartin di nava atmosfereke antî demokratîk de hate kirin û hate gotin:"Bi destê dewletê ji bo desthilatdariyê bi her rê û rêbazê dek û dolab hatin gerandin. Bi taybetî li Kurdistanê ev kiryar bêser û ber hatin kirin. Li gel dek û dolaban, bêyî ku pêwîstiyê pê bibînin ku bi dizî bikin leşker, polîs û hêzên paramîlîter birin bajar û bajarokên Kurdan û ji bo AKP-MHP'ê deng bi kar anîn. Desteya Hilbijartinê ya Bilind hewl da ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê bajarên mezin desteser bikin. Weke ku li Wanê hate dîtin, tenê bi berxwedana gel û piştevaniya raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê pêşî li vê yekê hate girtin. Di rastiyê de tifaqa AKP-MHP-PDK-Hîzbûlkontra li Kurdistanê nekarî deng ji gel werbigirin û nekarî ti ji şaredariyan bi dest bixin. Tevî van hemûyan jî AKP di asteke mezin de têk çû. Ev yek jî nîşan dide ku AKP ji ya li pêş çavan bêhtir serberjêr bûye. Ne tenê li xwe kêm kir, her wiha veguherî miriyekî siyasî." Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal bire ser van xusûsan:"Bêguman encama herî girîng a hilbijartinê têkçûna mezin a AKP'ê ye ku çaryek sedsal e Tirkiyeyê bi rê ve dibe û di nava vê demê de bi her awayî nebaşî li civakê kiriye. AKP û Tayyîp Erdogan ku beriya 22 salan bi soza demokrasî û azadiyê bi piştgiriya civakê bû desthilatdar, lê belê piştre mohra xwe danîn binê her cûre kiryarên antî demokratîk, di vê hilbijartinê de derbeke giran xwar û rewabûna rêveberiya xwe winda kir. Di bin rêveberiya 22 salan a AKP û Tayyîp Erdogan de Tirkiye veguherî enqazeke rasteqîn. Paşverûtî, rizandin, bêexlaqî, bêhiqûqî, bêedaletî gihîşt asta herî bilind. Ji bo civak vê yekê qebûl bike jî dijminatiya li Kurdan sor kir. Ji ber mejiyê xwe yê dijminatiya li Kurdan, AKP û Tayyîp Erdogan kete vê rewşê û ewqas nebaşî li civakê kir. Hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê dawî li vê yekê anî û AKP û Tayyîp Erdogan kete rewşa partiya duyemîn.

Berpirsiyariya dîrokî derketiye holê

Serketina ku li dijî faşîzmê hatiye bidestxistin û encamên bi dest ketine, berpirsyariya hêzên demokrasiyê ku dînamîk û kirdeyên têkoşînê zêdetir kiriye. Ji bo me karê herî esasî ye ku encamên têkoşîna li dijî faşîzmê bi rêxistin bikin, veguherînin çalakiyê, bi gel re bikin yek, li ser bingeha azadiya gelê Kurd Tirkiyeya demokratîk ava bikin. Ev xebateke ku divê hêzên demokrasiyê pêk bînin e. Hêzên demokrasiyê bi vê berpirsyariya dîrokî re rû bi rû ne. Divê hêzên demokrasiyê vê xebatê bimeşînin, berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin û pêşengiyê ji pêşketinên dîrokî re bikin. 

Divê CHP vîna guhertinê nîşan bide

Encameke din a girîng a hilbijartinên xwecihî jî ew e ku piştî pêncî sal CHP bû partiya yekemîn. Em vê rewşê dibînin û girîngiyê didinê. Di serî de divê CHP’ê ev encam çawa hatine afirandin fêm bike û rola gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û Tevgera Şoreşger a Demokratîk a Tirkiyeyê di têkoşîna li dijî faşîzmê de bibîne. Ya duyemîn jî, divê bendewariyên civakê rast fêm bike û li gorî wê tevbigere. Pêwîstiya bingehîn a Tirkiyeyê û bendewariya bingehîn a civaka Tirkiyeyê, demokrasî ye. Eger CHP’ê vê firsendê binirxîne, ji bo demokratîkbûyîna Komarê bixebite, di vî alî de gavan biavêje û vê vînê nîşan bide, wê desteka pêwîst ji civak û hêzên demokrasiyê werbigire. Her wiha em jî piştgiriyê didin gavên ji bo demokratîkbûyînê. Lewma îradeya di vî warî de divê tavilê bê nîşandan û gavên bingehîn bêne avêtin. Weke hêzên demokrasiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê em ê piştgiriyê bidin her gaveke rast a bê avêtin. Di çarçoveya berpirsyariya xwe ya dîrokî de ya ji bo civaka Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê, em helwesta xwe bi vî rengî diyar dikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.