Divê serjimêriya Iraqê betal bibe

Çarşem 30 Cotmeh 2024 - 16:30

  • Rêxistinên Kerkûkê bang li hikumet û aliyên pewwendîdar kirin ku rê li encamdana serjimêriya giştî ya Iraqê bigirin û gotin serjimêrî parçeyek ji plana tinekirina Kurdan a li herêmê ye. Rêxistinan anîn zimên bi serjimêriyê armanc dagirkirina herêmên binakok e û rewşeke wiha tinekirina Herêma Kurdistanê bi xwe re tîne.

Rêxistinên li Kerûkê derbarê serjimêriya giştî ya Iraqê ku tê payîn di 20’ê Mijdarê de pêk bê, daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hate gotin,’’Di forma serjimêriyê de, netew nayê diyarkirin, ev jî beşek ji vê plana tinekirina netewa Kurd ya li herêmê ye.’’ Rêxistinan xwestin ku serjêmêrî were betalkirin.

Parçeyek ji plana tinekirinê ye

Di daxuyaniyê de behsa metirsiyan hate kirin û hate gotin,“Beriya sala 2013’an Hikumeta Iraqê rê nedida serjimêrî pêk bê, lê piştî guherîna demokrafiyê ya li herêmê û parçekirina Kurdan, niha dixwazin serjimêrî pêk bê. Di forma serjimêriyê de, netew nayê diyarkirin, ev jî beşek ji vê plana tinekirina netewa Kurd ya li herêmê ye. ‘’

Tinekirina Herêma Kurdistanê ye

Bi domdarî hate destnîşankirin bi serjimêriyê tê armanckirin herêmên binakok werin dagirkirin û rakirina Herêma Kurdistanê: ‘’Divê rewşa niha de ger serjimêrî pêk bê, tê wateya pejirandina siyaseta dagirkirinê ya 100 salan ya dewleta Iraqê. Ji ber ku serjimêrî, tê wateya bi fermî qeydkirina hezaran Erebên derdorê ku êdî ti guhertin tê de çênabin û bi cih dibine. Ev jî tê wateya dagirkirina herêmên bi nakok û tinekirina hebûna Herêma Kurdistanê. Ji bo vê jî astengkirina encamdana serjimêriyê, erkek nîştimanî û neteweyî ye.” ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.