Divê Şengal xwedî statu be

Pêncşem 15 Cotmeh 2020 - 22:50

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser lihevkirina rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da.
KNK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku her gavek têkildarî Şengalê bê avêtin û biryarên der barê Şengalê bên standin divê li gorî xwest û îradeya xelkê Şengalê be.

Divê Şengal biryarê bide

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku peymana navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê ya li ser meseleya Şengalê ku 9’ê Cotmeha 2020’an hate ragihandin, bê pirs û agahdariya xelkê Şengalê hate çêkirin û hate gotin, "Li Şengalê îradeyeke azad û meclîseke xweser a gel heye. Vê îradeyê û vê meclîsê li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke bêhempa da. Lê belê îro li ser qedera wan peymanên ne di cih de têne çêkirin. Ev peyman li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkên nû bi xwe re tîne û îradeya xelkê Şengalê binpê dike. Eger ev peyman pêk bê wê Şengal careke din li hemberî êrişên hêzên weke DAÎŞ’ê bêparastin bimîne."

Çima kêfa dewleta Tirk tê

Konseya Rêveber a KNK’ê bi bîr xist ku nûnerên xelkê Şengalê peymana navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê napejirînin û nerazîbûnan nîşan didin û wiha dewam kir, "Ev jî heqê wan e. Pirs li wan nehatiye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin. Ji aliyê din ve balkêş e ku Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê li ser peymanê beriya her kesî dilxweşiya xwe diyar kir. Em zanin ku dewleta Tirk dijminê sereke yê gelê Kurd e û ev demeke dirêj e êrişî Şengalê dike. Eger dijmin bi vê peymanê şa dibe, ev jî zelaltir diyar dike ku peyman li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.