Aktîvîstên TCŞ Û TÊKO-JIN li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê li hev civiyan û ji bo serbestiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin. 

Ciwanan bi dirûşma "Li dijî faşîzm, dagirkerî û tecrîdê, bi hev re serhildan" li hev kom bûn û li navenda bajêr çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin.

Li Qibrisê jî ji bo Rêber Apo çalakî hate lidarxistin  Kurdên li Lîmassolê bi çalakiyekê xwestin ku dawî li tecrîdkirina Rêber Apo bê anîn. Di çalakiyê de hate ragihandin ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e û divê parêzer karibin tavilê rû bi rû hevdîtinê pê re bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN