Endama KNK’ê Asya Abdullah da zanîn ku di serdanên li Başûrê Kurdistanê de, hemû alî û partiyên siyasî ragihandine ku ew şer naxwazin,
Der barê aloziya Başûrê Kurdistanê û li hember hewldanên dewleta Tirk ku dixwaze başurê Kurdistan bi giştî dagir bike, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hevdîtin li Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin. Di nav du hefteyan de bi gelek partiyên siyasî "derveyî PDK", rêxistinên civakî, rêxistinên jin û serokê partlementoyê re civiyan.
Beriya du rojan şandeya KNK’ê der barê xebatên xwe de civîna çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku ger ev pêngava wan ya destpêkê bi encam nebe, ew ê dest bi pêngava duyem bikin û di vê çarçoveyê de jî ew ê serdananên xwe bigihînin asta navneteweyî.
Der barê encama xebata hevdîtinên KNK’ê li Başûrê Kurdistanê, endama şandeya KNK’ê Asya Abdullah diyar kir ku Dewleta Tirk hewl dide bi hevkariya PDK’ê êrişî PKK’ê bike û ew jî hewl didin nehêlin ku PDK bi dewleta tirk re hevkariyê bike û got: “PDK bi ti awayî peyameke fermî ji me re rênekir. Divê PDK ji gel re ragihîne ku çima bi şandeya KNK’ê re hevdîtin pêk neaniye. Gelek caran PDK’ê ragihand ku ne alîgirê şer e. Ger wiha be divê guftugo bibin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê her kes bi berpirsyartî tevbigere û deriyê xwe li guftogeyan veke.”
Asya Abdullah da zanîn ku di hevdîtinan de derketiye holê ku her kes şer naxwaze û wan pêşniyar kiriye ku komîsyonek ji bo hevdîtinên navbera PKK û PDKʼê were avakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN