- Omer Ocalan: Heke hevdîtin hene, divê Abdullah Ocalan vê deklare bike. Em jî wekî gel, nizanin li wir çi diqewime. Li ber destê me ti agahî tine derbarê tendirustî, jiyana Ocalan û wan tiştan de yên ku li ser diaxivin yan jî naaxivin.
ZEYNEP KÛRAY / ANF/STENBOL
Parlamenterê HDP´ê Omer Ocalan got, heta Rêber Abdullah Ocalan nikaribe biaxive, wê her spekulasyon bibe malzemeyeke siyasî: “Ji xeynî Abdullah Ocalan, her kes diaxive. Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin.”
Tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan didome, serokkomarê Tirk Erdogan Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kiribû hedef û gotibû, “Ew ê li Edîrneyê wê hesabekî mezin bide yê li Îmraliyê.” Nerazîbûna ji vê gotina Erdogan dewam dikin.
Biraziyê Abdullah Ocalan û parlamenterê HDP’ê Omer Ocalanli ser mijarê got, Erdogan ji bo li desthilatdariyê bimîne, dikare her tiştî bike.
Omer Ocalan diyar kir ku welat hêdî hêdî ber bi pêvajoya hilbijartinê ve diçe û her kes nirxandina xwe li ser doza Kurdan dike.
Omer Ocalan got, di rojên pêş de wê were dîtin bê ka gotina Erdogan stratejîk yan jî pêngaveke taktîkî ye: “Heke ji hesabekî wêdetir, ew ê xwe rexne bike, divê ev tişt ji serokomar û desthilatdariyê were destpêkirin. Piştre jî divê ji bo ku mirov zanibe fikra rêzdar Abdullah Ocalan çi ye, ji bo hînbûna vê, divê deriyên Îmraliyê werin vekirin, bi parêzer yan jî malbata xwe re hevdîtinê bike.”
Omer Ocalan bi bîr xist ku li holê meseleyeke mezin a 40 salan heye û divê ev mesele nebe malzemaya hesabên siyasî û got, “Di warê bidawîbûna pêvajoya siyasî de, divê her kes xwe rexne bike. Lê di vir de berpirsyariya mezin di serî de ya hikumetê û ya serokkomar Erdogan e. Heke ev tişt bi awayekî samîmî pêk were, wê piştre aktorên din jî di warê şaşiyên pêvajoya çareseriya demokratîk de xwe rexne bikin. Lê heke serokkomar van tiştan ji bo hilbijartin, krîza ekonomîk û encamên anketan dike, li gorî me, ev ne rast e û em vê yekê rexne dikin.”
Derî venebin spekulasyon e
Parlamenter Omer Ocalan got, Abdullah Ocalan niha li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û heta ku deriyên Îmraliyê venebin, wê her spekulasyon bibe malzemeya siyasî: “Li pêşberî me Erdogan heye ku tecrîda li Îmraliyê bi salan e, bi giranî didomîne. Dewlet yan jî rayedarên desthilatdariyê, kengî bixwazin, dikarin tecrîdê bikin yan jî rakin. Ji ber ku Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve di Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê de, di bin berpirsyariya wan de ye. Heke hevdîtin hene, divê Abdullah Ocalan vê deklare bike. Heke hevdîtin heye, li wir çi tê kirin, em ê nikaribin şiroveye bikin. Em jî wekî gel, nizanin li wir çi diqewime. Li ber destê me ti agahî tine derbarê tendirustî, jiyan, wan tiştan de yên ku li ser diaxivin yan jî naaxivin. Lê wisa xuya dike, di rojên pêş de wê ev rewş bibe rojev.”
Ne exlaqî ye!
Omer Ocalan got, mafê axaftinê yê Abdullah Ocalan tine, lê qala wî tê kirin: “Ji xeynî Abdullah Ocalan her kes diaxive. Hinek kes li ser twîtterê, hinek kes li ser kursiya meclîsê di asta herî bilind de diaxivin. Di vir de pirsgirêka esasî ev e ku têkilî bi Abdullah Ocalan re nayê danîn, mafê wî yê axaftinê tê astengkirin û her kes li ser navê wî diaxive. Ev ne di warê siyasî de û ne jî di warê hiqûqî de ne etîk e. Ji xeynî Abdullah Ocalan ê ku muxatebê çareseriya pirsgirêkan e, her kes argumanekî datîne holê. Lê mixabin li ser wî tecrîda di nav tecrîdê de hatiye ferzkirin. Heta ku tecrîd hebe û mafê Abdullah Ocalan ê axaftinê tinebe, ti kes wê tiştekî bi dest nexe.
Erdogan ji bo ku desthilat bimîne, dikare her tiştî bike. Dema ku rewş wisa be, divê ciddî nêzikî meseleyê bibin.”
Zemînê hiqûqî şert e
Parlamenterê HDP´ê yê Rihayê Omer Ocalan bi bîr xist ku Abdullah Ocalan metodên derveyî hiqûqê qebûl nake û di 25’ê Adara 2021’ê de di axaftina telefonê de ya bi Mehmet Ocalan re jî heman tişt gotiye. Ocalan di dewamê de got, "Raya giştî dizane ku wî gotibû, divê hûn zemîna qanûnî ya vî tiştî pêk bînin û li meclîsê bidin qebûlkirin.”
Hewldana parçekirina tevgera siyasî
Omer Ocalan got, heke ev hewldaneke ji bo parçekirina tevgera siyasî ya Kurdan be, ew ê bi kêr neyê: “Divê zanibin di nav tevgera siyasî ya Kurdan de her kesî berê xwe daye çareseriya pirsgirêkê, ji bo aştiyeke bi rûmet motîve bûne û demokrasî ji xwe re kirine esas û bûne hêza demokrasiyê ya Rojhilata Navîn. Ev rewş bi gotina Erdogan yan jî muxalefetê naguhere. Kurd wekî hêza demokrasiyê ne û di demokrasiyê de israr dikin.”