• Kurd û dostên xwe li seranserî Ewrûpayê li dijî tecrîdkirin û gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên xwe xurttir kirin û peyam dan ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan ew ê meydanan neterikînin.

Kurd û dostên xwe ji Rêberê xwe Abdullah Ocalan ev bû 28 meh, ti agahiyê wernagirin. KCK’ê ragihandibû ku nameyên bi armanca gefa kuştinê ji Rêber Abdullah Ocalan re tên şandin. Li ser vê yekê Kurd û dostên xwe li Elmanya, Fransa û Awusturyayê daketin meydanan û doza azadiya Rêberê xwe kirin.

BERLÎN: Kurd û dostên wan li ser banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Nav-Berlîn (Meclîsa Kurdistaniyên Azad), li meydana Alexanderplatzê ku cihê herî qelebalix ê Berlînê ye, hatin ba hev. Di çalakiyê de bang li saziyên mafên mirovan û raya giştî ya navneteweyî hat kirin da ku bêdengiya xwe ya li hemberî nêzîkatiyên dewleta Tirk bi dawî bikin û wezîfeyên xwe pêk bînin. Hevserokê Nav-Berlînê Huseyin Yilmaz diyar kir ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê li dijî gelê Kurd li dijî gelên Rojhilata Navîn e jî. Yilmaz got, ew polîtîkayên durû yên dewletên Ewrûpayê şermezar dikin.

Meş heta Brandenburger Torê dewam kir û bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Es lebe Ocalan” û “Freîheît Fur Ocalan” hatin berzkirin.

STUTTGART: Li vî bajarê Elmanyayê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi mîtîngê hate şermezarkirin. Mîtîng li kolana Lautenschlagerê hat lidarxistin û bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Li qada mîtîngê pankart û dovîzên mezin, flamayên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” û “Bijî Rêber Apo” hatin gotin.

Di daxuyaniya bi Elmanî de, bêdengiya CPT’ê ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin û hate xwestin ku Abdullah Ocalan tavilê were berdan.

Beriya ku çalakiya protestoyî bi dawî bibe, şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatin bibîranîn.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awusturyayê jî Kurdistanî û dostên wan li Hauptplatzê hatin ba hev û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan protesto kirin. Di mîtîngê de pankart û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Freiheit fur Ocalan Frieden in Kurdistan” hatin gotin. Di çalakiyê de nameyên gefxwarinê yên ku nayê zanîn kê ew ji Rêber Abdullah Ocalan re şandine û belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.

Di mîtîngê de banga tevlîbûna meş û mîtînga ku wê bi wesîleya bibîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê û salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê were lidarxistin, hat kirin. 

PARÎS: Li paytexta Fransayê Parîsê jî Kurdistaniyan li dijî tecrîda Îmraliyê û êrişên qirkirinê, got; “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”. Çalakger li Qada Gare De L’Est hatin ba hev. Kurd û dostên xwe bi berzkirina dirûşmeyan ber bi qada Republique meşiyan û dovîz û flamayên “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” hildan. Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa ku wê roja 22’ê Tîrmehê li Lozanê were lidarxistin, hat kirin.

Endamê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan destnîşan kir ku ew tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û got heta ku ew agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin, ew ê li qadan bin.

Çalakiya ku bi sedan Kurdistanî beşdar bûbûn, bi gotina dirûşmeya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN