- Li navçeya Til Koçer a ser bi Qamişloyê, xelk ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşiya û got, heta Rêber Ocalan fizîkî azad bibe, ew ê têkoşînê xurt bikin.
Li navçeya Til Koçer a ser bi Qamişloyê, xelk ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşiya û got, heta Rêber Ocalan fizîkî azad bibe, ew ê têkoşînê xurt bikin.
Endamên saziyên sivîl, kesayetên siyasî û rûspiyên eşîrên deverê jî di nava vê meşê de cihê xwe girtin û tecrîdkirina Ocalan rûreş kirin.
Meşê li ketina navçeyê dest pê kir û li meydana navçeyê veguherî mitîngê.
Di mîtîngê de hevserokê Meclîsa Navçeya Til Koçerê, Newaf Xedan got, “Em berdewamkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Dewleta Tirk bi van siyasetên xwe li dijî gelên azadîxwaz û Rêber Abdullah Ocalan nikare me ji têkoşînê û şopandina rêya rêberetî bide alî.”
ANHA/QAMIŞLO