Divê nenavendîbûn pêk bê
Sêşem 21 Çile 2025 - 03:10
Sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Selah Derwêş got:’’Ji ber ku rejîma dîktator a li Sûriyeyê 50 salî dom kir, Sûriye kete vê qonaxê. Rejîma berê ya Sûriyeyê ferdî bû û beşdariya gel di tiştekî de qebûl nedikir, welatî birçî dikir û xwestekên wan paşguh dikirin. Sûriyeyî li hember rejîma berê ya yekpartî aciz bûn. Lewma di 2011’an de li hember vê dîktatoriyê serî hilda û li xelasiyê geriyan." Derwêş îşaret bi şaştiyên muxalefetê kir û got:’’Wan şaştiyan hişt ku rejîm li ser desthilatê bimîne, bi taybet piştî destwerdana hin dewletên ku piştgirî dida rejîmê. Hevalbendên rejîmê yên berê mîna Rûsya û Îranê êdî nikarîbûn parastina rejîmê bikirana. Kiryarên rejîma berê hîştin ku welat bibe navenda narkotîk û çeteyan. Wê jî hişt ku Sûriyeyî girîngiyê nedin kesê piştre were ser desthilatê. Ji lew re bi hilweşîna rejîmê pîroz kirin û alîkariyeke mezin di pêkanîna wê yekê de kir. Ji ber ku rejîma welat veguherandibû mezreyekê ji bo xwe û welatî paşguh dikir, artêşê parastina welat nekir."
Divê HTŞ xwe biguhere
Têkildarî rewşa Sûriyeyê ya piştî HTŞ’ê jî wiha got."Hikumeta demkî ji hêla kesê bi tundrawiyê tawanbar e hat avakirin. Eger HTŞˋê îdeolojiya xwe neguhere û dev ji radîkaltiya xwe bernede wê rewş girêktir bibe. Ferzkirina modela Idlibê li tevahî Sûriyeyê ne li gorî hêviyên Kurdan, xiristiyan, durzi, elewî û beşek mezin a Sunne ye. Divê sûriyeyî şer red bikin û banga îstîqrarê bikin. Sûriye ya her kesî ye ne girêdayî aliyekê yan jî ideolojiyekê ye. Heke El Colanî bikare tevahî pêkhateyan tev li hikumetê bike, wê astengî û zehmetiyên mezin nemînin."
Dewleta Tirk dagirker e
Derwêş behsa destwerdanên hêzên herêmî û navneteweyî di Sûriyeyê de kir û got:"Dewleta Tirk a herî zêde destwerdan li Sûriyeyê kiriye. Lê destwerdana wê dagirkirin e. Tirkiye armanc dike ku li ser hesabê Îranê hegemonya xwe ya li Sûriyeyê firehtir bike. Lê ne sûriyeyî ne jî dewletên erebî vê yekê qebûl nakin. Divê Sûriye ya Sûriyeyiyan be û rêvebirina wê di destê wan de be. Êdî Sûriyeyî bawer in ku divê li Sûriyeyê nenavendîbûna siyasî pêk bê ku mafên tevahî werin parastin û cihê wan di dewletê de werin xurtkirin."
ANHA/QAMIŞLO