Divê mafê hêviyê pêk bê

Şemî 17 Gulan 2025 - 03:05

Hevseroka OHD’ê ya Şaxa Amedê Zeynep Karayilan da zanîn divê mafê hêviyê pêk û got:"Divê li Meclîsê komisyon were avakirin û guherîna qanûnan erka meclîs, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û komeleyan e. Divê dewlet jî demildest gavên aşkera biavêje."

Di meha Îlonê de biryara “mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (AÎHM) ku di sala 2014’an de der barê “cezaya muebetê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dabû bi dawî be. Rexmê ku dema DMME’yê dabû Tirkiyeyê hindik maye biqede hêj Tirkiyeyê gavek neavêtî. Piştî banga Abdullah Ocalan a dîrokî ya di 27’ê Sibatê di rojevê de “mafê hêviyê” bû mijara herî nîqaşbar. 

 Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Amedê Zeynep Karayilan diyar kir ku divê “mafê hêviyê” pêk were.

 Zeynep Karayilan li ser “mafê hêviyê” axivî û wiha got: “Ev 10 sal in Tirkiyeyê li ser vê mesele gav neavêtiye. Ji bo “mafê hêviyê” ji rêzdar Abdullah Ocalan re divê guherînên hiqûqî çêbe û Tirkiyeyê biryara DMME’ê bicih bîne. Konseya Ewropa (KE) Komîteya Wezîran (KW) di Îlona 2024’an de 'mafê hêviyê' anîn rojeva xwe û aşkera kirin ku heta Îlona 2025’an guherînek çênebe dê biryar bidin.”

 Zeynep Karayilan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser vî esasî pêkanîna 'mafê jiyanê' û guherînên hiqûqî hewce ye. Ji bo guftûgo û danûstandinê rêvebiçin divê mercên azad werin avakirin. Divê li Meclîsê komisyon were avakirin û guherîna qanûnan erka meclîs, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û komeleyan e. Ji vir şûn de divê em bi berxwedanek kolektif ve tevbigerin dewlet jî demildest gavên aşkera biavêje."

MA / AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.