Divê li Sûriyeyê her kes azad bijî

Sêşem 31 Kanûn 2024 - 02:35

  • Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah têkildarî geşedanên li Sûriyeyê diqewimin wiha got:” Ji bo gelê Sûriyê tiştê pêwîst ew e ku hikûmetek demokratîk bê avakirin û ev hikûmet bikaribe hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav xwe de bihewîne. Lazim e nasnameya herkesî serbest bike, azad bike.”

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah derbarê geşedanên li Sûriyeyê, hikûmeta demkî ku li Şamê hatiye avakirin, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, destkeftiyên jinên li heremê ku bi pêşengiya jinên Kurd hatiye qezenckirin axivî. 

Aloziya li Sûriyeyê

Nesrîn Abdullah di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya êrîşên HTŞ’ê ku bi rûxandina rejîma Baasê re bi encam bû. Fermandara YPJ’ê got ku bi van êrîşan re wêneyek nû li Sûriyê derketiye holê û wiha domand: “Bêguman di 27’ê Mijdarê de Sûriye ket pêvajoyeke nû. Wêneyek wisa derket holê ku Sûriye bû du perçe. Li aliyekî HTŞ gihîşt heta Şamê. Li aliyê din jî komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk -ku dewleta Tirk bi xwe jî di nav vê pêvajoyê de ye- bi armanca dagirkeriyê êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Em dikarin bêjin ku erdhejek hem siyasî, leşkerî hem jî civakî bû. Çima? Ji ber ku wisa xuya dike wê di nav xwe de aloziyek pir mezin bihewîne. Ji kaosek dikeve kaoseke nû. Her çend navê rizgariyê lê tê kirin jî, alozî ji niha ve di nav pêkhateyan de derketiye. Sedema vê jî, ketina van hêzan a nav Sûriyê bû. Em  dişopînin û dibînin ku aloziyek heye û hinek tişt li ser civaka Sûriyê tên ferzkirin.”

Divê li Sûriyeyê her kes azad bijî

Fermandara YPJ’ê diyar kir bêguman dizanin ku Sûriye welatek ji gelek pêkhatiyan pêk tê ye û wiha berdewam kir: “Gelek ol, ziman, çand tê de hene, xwedî dîrokek pir zengîn e û ev dîrok pênaseya hemû koman dike. Lê dema em li wêneyê niha dinhêrin, metirsiyên pir mezin derdikevin pêşiya me. Xuya ye ku ev metirsî bi xwe re aramî û demokrasiyê naynin. Jixwe em niha dibînin ku li Şamê hikûmetek çêdikin. Ji welatan gelek nûner tên. Ji bo gelê Sûriyê tiştê pêwîst ew e ku hikûmetek demokratîk bê avakirin û ev hikûmet bikaribe hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav xwe de bihewîne. Lazim e nasnameya herkesî serbest bike, azad bike. Ji ber ku têkoşîna ji 2011’an heya niha tê meşandin, têkoşîna ji bo nasnameya azad, hemwelatiyên azad û mirovên azad bû.”

Gelo dê bikaribe nasnameya me temsîl bike?

Nesrîn Abdullah di nav axaftina xwe de bersiva pirsa “Gelo gelê Sûriyê hikûmetek çawa dixwaze?” da û wiha pê de çû: “Ev hikûmeta ku hatiye avakirin, dê bikaribe nasnameya me temsîl bike? Dê bikaribe xweseriya me temsîl bike, dê karibe xwebûna me mîsoger bike? Dê bikaribe bibe dengê me, dê bikaribe li gorî berjewendiyên hemû gelan tevbigere? Pêwîstiya gelê Sûriyê bi hikûmetek wisa heye. Bi salan e em ji bo azadiya xwe, civaka xwe xwe têdikoşin, me sedan şehîd dan, kedên mezin hat dayîn.”

Welatekî ku em bikaribin temsîliyeta xwe bikin

Fermandara YPJ’ê da zanîn ku ew jî ji bo civaka xwe xwedî maf in û wiha dom kir: “Di vê hikûmetê de ev daxwaz mîsoger be, em garantiya vêya dixwazin. Pêwîstiya me tenê bi dibistanek taybet a ku em tê zimanê xwe bixwînin heye, pêwîstiya me bi welatekî ku em bikaribin temsîliya xwe bikin heye. Welatek ku xwebûn, parastin û nasnameya min teslîmî tu pergalek neyê kirin heye ku ez bikaribim bi xwe biryara xwe bidim.”

Aqilê dewleta tirk 

Nesrîn Abdullah diyar kir ku dewleta Tirk niha bi awayekî lezgîn hewl dide destên xwe tijî bike, di nava vê lezê de ye. Fermandara YPJ’ê wiha got: “Dixwaze reng û aqilê xwe bide vê hikûmetê. Lê em dibêjin aqilek Sûriyê pêwîst dike, ne aqilê dewleta Tirk. Aqilê dewleta Tirk çi anî serê gelê Sûriyeyê, em hemû jî dizanin.”

Me şoreş da destpêkirin

Nesrîn Abdullah bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd ku bi salan li dijî rejîma Baasê meşand û amaje bi vê yekê kir ku di dîroka rejîma Baasê de yên êşên herî mezin kişandine û li dijî vê serî netewandin, Kurd bûn. Nesrîn Abdullah wiha pêl da gotinên xwe: “Ji bo vê yekê me şoreş da destpêkirin, ev ne mijarek nijadperestî ye, mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê heye ku bi nasnameya xwe bijîn. Dikarin mîsogeriya nasnameya xwe di vê pergalê de bibînin.”

Banga ji bo parastina hevpar

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah di dawî de bang li tevahî jin û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku destkeftiyên bi pêşengiya jin û ciwanan hatine bidestxistin biparêzin. Nesrîn Abdullah got ku divê her kes li derdora QSD’ê kom bibe û wiha domand: “Ez bang li hemû gel û jinan dikim ku bibin xwedî helwest. Li hemberî vê terorîzma ku tê pêşxistin, dengê xwe bilind bikin. Îro dixwazin Kobanê jî bikin hedef. Kobanê ji bo hemû gelan nasnameyek e, di asta cîhanê de, ne tenê di Rojhilata Navîn de. Têkoşîna me li her derê wê bibe wek Kobanê. Em di vir de xwedî helwestek zelal in. Em ji vê jî bawer in ku têkoşîna me ya li dijî terorîzmê parastina hemû civaka nawneteweyî ye jî, ji bo parastina hemû civak û jinan e.”

NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.