Dayika Mûhammed Kartal ê girtî Afîfe Kartal anî ziman ku du meh in nikare zarokê xwe bibîne, nikare agahiyê jê werbigire. Afîfe Kartal ji bo bidawîkirina tecrîdê û piştgiriya bi çalakiya girtiyan bang kir û got, "Em li mala xwe rûnenên, dengê xwe bilind bikin."
Xizmên girtiyan piştî çalakiyên Nobeda Edaletê her hefte li 5 bajaran çalakiya 'Dengê xwe tevlî azadiyê bike' pêk tînin.
Yek ji beşdarên vê çalakiyê dayika Mûhammed Kartalê girtî Afîfe Kartal e. Kartal anî ziman ku ew girtiyên siyasî hemûyan weke ewladê xwe dibînin û got, "Em mecbur in ku dengê wan bibihîzin. Divê em berxwedana girtiyan geş bikin. Her kesên xwedî wijdan û îmanê bila li me binihêre, berxwedana me bi tenê nehêle. Du meh in em nikarin agahiyê werbigirin. Bi salan e agahî ji Birêz Ocalan nayê wergirtin. Ne parêzer ne jî malbat dikarin hevdîtinê pê re bikin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Hem tecrîda li ser Birêz Ocalan hem jî tecrîda li ser girtiyên din divê êdî bi dawî bibe."
Em çawa dikarin li malê rûnin?
Kartal bi domdarî got,’’Girtî li girtîgehê jî ji bo azadiya me li ber xwe didin, di rewşeke bi vî rengî de em çawa dikarin li malê rûnên? Her hefte li pêşiya girtîgehan li dijî tecrîdê em dengê xwe bilind dikin. Divê xizmên girtiyan hemû bên û tevlî dengê me bibin. Du meh in em nikarin alavan bişînin, ji wan re nayê dayin; kargo dibêje em dişînin, lê li me vedigerin. Ne dengê wan tê me, ne em dikarin hevdîtinê bikin, ne jî nameyekê dikarin werbigirin. Ji bo em fêhm bikin bê li Îmraliyê çi dibe ew vê çalakiyê dikin.’’
Bila kes tecrîdê qebûl neke
Yadê Afîfe her wiha got,’’Kurê min beriya destpêkirina çalakiyê nameyek nivîsand û ji min re şand. Ew name beriya 10 rojan gihîşt ber destê min. Wê nameyê bêhn min anî ber min. Bifikirin ku dema agahî ji Îmraliyê hat wê bêhn çawa bê ber gelê Kurd, wê hêviyeke çawa bide gel... Bila ti Kurd vê tecrîdê qebûl neke. Weke sala 2019'an û beriya wê em xwe bi rêxistin bikin û dakevin qadan. Eger em dakevin qadan, herî zêde wê êrîş bikin, çend kesan bigirin. Bila bigirin, wê çi bibe, ma wê qiyamet rabe? Gel em ji ewladên xwe hîn zêdetir bi qîmet û hêja ne?"
Yadê Afîfe herî anî zimên her gava ew dibêjin aştî, hikumeta Tirk balafirên şer radike û got, "Dema ku em rabûn ser piyan tiştek nîne ku em bi dest nexînin. Eger em rabin ser priyan em ê tecrîdê bişikînin. Em bi vê zanin. Em naxwazin êdî xwîn birije. Banga min li her kesî ye; em ji bo aştî û azadiyê têbikoşin. Em bibin dengê girtiyên xwe."
ANF