Divê Kurd hevbeş tevbigerin
Çarşem 25 Hezîran 2025 - 03:00
Rojnameger Bunyad Cizîrî anî ziman ku di navbera Îran û Îsraîlê de şerê cihanê yê 3'yemîn diqewime û got: “Divê hêzên Kurd bi awayekî hevbeş tevbigerin.”
Berpirsê Buroya Têkiliyên Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a li rojavayê Kurdistanê rojnameger Bunyad Cizîrî têkildarî şerê Îsraîl û Îranê û bandora vî şerî nirxand.
Bunyad Cizîrî diyar kir ku di navbera Îsraîl û Îranê şerê cihanê yê 3yemîn diqewime û navenda şer jî Rojhilata Navîn e. Bunyad Cizîrî anî ziman ku Amerîka dixwaze Rojhilata Navîn ji nû ve dîzaynê bike.
Bunyad Cizîrî destnîşan kir ku gelên Îranê ji bo guherîna rejîmê û rawestandina êrişan divê rêxistinkirî tevbigerin û wiha axivî: “Heke hevgirtineke gelan çêbibe wê bandorê li ser demokratbûna Îranê û êrişên li ser Îranê jî bike. Heke pergaleke demokratîk hebe, ew dewletên êrişî Îranê dikin jî dê cesaret nekin ku êrişî bikin. Divê hêzên Kurd bi awayekî hevbeş tevbigerin.”
Bunyad Cizîrî diyar kir ku ji bo Tirkiye xwe ji metirsiyên êrişan biparêze divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavan biavêje û wiha got: “Çiqas dewleta Tirkiyeyê di warê gav avêtinê de dereng bimîne metirsiya li ser wê jî ewqas wê zêde bibe. Projeyên sed sal berê hatibûn kirin, niha xera dibin. Divê kurahiya şerê cîhanê yê 3'yemîn were famkirin. Divê hêzên demokratîk zextan li ser Tirkiyeyê bikin ku pirsgirêka Kurd di demek zûtirîn de çareser bike.”
AW/ŞIRNEX