Divê korîdora mirovî bê vekirin

Duşem 26 Çile 2026 - 03:58

Rojnameger Ozgur Avzem ê ku geşedanên li Kobanê dişopîne, bûyerên sê rojên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 

Kobanê niha hatiye dorpêçkirin û bi xetereyên cidî re rû bi rû ye. Jiyana gel li Kobanê çawa ye? 

Çavê hemû cîhanê li ser Kobanê û Roajva ye. Berxwedana gel a rêxistinkirî tax bi tax, gund bi gund, kolan bi kolan didome. Nexasim gelê Kobanê li gel şervanan  e û pişgiriya wan xurt e. Dorpêça li ser Kobanê berfireh dibe. Di vê demsala zivistanê de berxwedana jiyanî ya gelê Kobanê didome. 

Ceyran, av û înternet tune?

Ji ber êrişên çeteyan li navenda bajêr û li gund ceyran, av û înternet bi tevahî hatiye birîn. Dorpêç berfireh dibin. Ji ber vê rewşê 5 zarokên Kobanê ji ber sermê jiyana xwe ji dest dan. Ceyran, av û pêdiviyên bingehîn nîn in. Ev pêdiviyên bingehîn nayên dabîn kirin. Pirsgirêka herêi mezin, sotemenî, av, xwarin û derman in. Mixabin gelê Kobanê bi derfetên kêm jiyana xwe didomînin. Li ser sobê berfê dihelînin û pêdiviyên xwe dabîn dikin.

Rewşa nexweşxaneyan çawa ye? 

Ez dikarim bibêjim ku li nexweşxaneyan dermanên bingehîn tune û komên tenduristiyê zehmetiyê dikşînin. Gelê Koabnê ji bo tedawiya şervanên ku di çeperên şer de birîndar bûne û sivîlên ku di êrişan de birîndar bûne, di seferberiyê de ne. Nexasim dema hewcehî bi xwînê çibe ruhê fedaî di asta herî xurt de ye.

Niha bi giştî rewşa Kobanê çawa ye? 

Ceyran hatiye birîn, tevî taritiyê gelê Kobanê bi ruhê sala 2014’an bi awayekî xurt li ber xwe dide. Berxwedaniyek bêhempa û piştevaniyek heye ku em dibin şahidê wê û bi kameran ve tomar dikin. Berxwedana gel a ku bi pêşengiya şervanan ve tê kirin tevî jin, ciwan û kalan her her kes carekî din nîşanê cîhê didin ku ev der sembola berxwedanê ye. 

Di sala 2014’an de ji bo Kobanê ruhekî xurt ê piştevaniyê derketibû holê. Niha bendewariyên gelê Kobanê çi ne? 

Hemu gelê ku bi me re diaxive banga wan a ji bo bakurê Kurdistanê heye. Ji bo gelê bakurê Kurdistanê bang heye. Dixwazin her hes bibe yek û berê xwe bidin Kobanê. Niha ji bo vekirina alîkariyên mirovî bendewariya alîkariya mirovî heye. Ji bo gîhaştina alîkariya mirovî divê koridor vebe. Niha di serî de ji bo DEM Partiyê, hemû rêxistinên sivîl û hiqûqnasan bang heye ku ji bo deriyê Murşitpinarê vebe. Nexasim ev erkek mirovî û wijdanî ye û gel li bendê ye ku pêdiviyên wan ên bingehîn bên dabînkirin. Piştevaniya gelê Kobanê bi hev re didome. Bi na û xurek bi awayekî kolektîf li hev par dikin. Li Kobanê tenê şervan şer nakin, ji heft salî heta heftê salî bi hunermend û dikanadaran her kes şer dikin. Kobanê di bin dorpêçê de jî mînaka herê baş a piştevaniyê nîşan dide. 

Ji dermansazekî Kobanê banga lezgîn

Dermansaz Aram Elî bal kişand ser dorpêça li Kobanê û bandora wê ji ajansa me re axivî. Aram Elî diyar kir ku rewş di hemû aliyan de zehmet bûye û got:"Berî dorpêçê nexweşxaneya Kobanê nêzî 800 nexweş pêşwazî dikirin, lê niha tenê nexweşiyên rewşa wan giran be pêşwaz dikin. Ji ber ku Kobanê ji her çar aliyan ve dorpêçkirî ye, derman û şîrên zarokan pir kêm bûne." Aram Elî da zanîn ku dermanên tansiyonê, penceşêrê, şekir û rijênê gelekî kêm in û beşa şûştina gurçikan hatiye sekinandin. Aram Elî  diyar kir ku eger rewş wisa berdewam bike dê karaseteke mezin çêbibe û got:"Şer berdewam e, birîndarên me pir in, derfetên me yên emeliyatê tune ne û dermanê me kêm e. Hin birîndar ji ber kêmbûna derfetan şehîd dibin." Dermansaz Aram Elî banga lezgîn a rakirina dorpêç û êrişên li ser li ser Kobanê kir û xwest di zûtirîn dem dem de alîkariyên mirovî werin şandin.

MA/ANF/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.