Divê koçberên kampan vegerin

Şemî 28 Cotmeh 2023 - 00:31

Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomarê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd li gel Wezîra Koç û Koçberan Îvan Fayîq civiya û li ser dosyeya koçberên li Iraqê guftugo hatekirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de Serokkomarê Iraqê diyar kiriye divê di zûtirîn demê de dosyeya koçberan dawî lê were anîn û parastina jiyana koçberên ku hîna di kampan de û di şert û mercên zehmet de dijîn, were mîsogerkirin. Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Wezîra Koç û Koçberan Îvan Fayeq spasiya giringîdayîna Serokkomar ji bo penaberan kir û şîroveyek di derbarê karê wezaretê ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçberan û vegerandina wan ji bo malên wan pêşkêş kir.

Her wiha hate ragihandin ku Serokkomarê Iraqê li gel Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî Qasim Erecî civiyaye. Her du alî li ser rewşa siyasî û ewlekariyê guftugo kirine. Her wiha qala pêwîstiya xurtkirina hewlên ji bo bihêzkirina ewlehiyê li navçeyên sînor û çareserkirina mijara vegera koçberan ji bo cih û warên wan, bi taybet koçberên Şengalê kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.