Divê jin tevlî siberoja Sûriyeyê bibin
Sêşem 2 Kanûn 2025 - 03:40

Endama Buroya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya meclisê Şêra Osê li ser tevlêbûna jinên sûriyeyî di avakirina siberoja siyasî de axivî.
Şêra Osê diyar kir ku jinên sûriyeyî tevî ku wan berdêlên mezin di şoreşê de dane jî, lê niha bi hewldanên dûrxistina ji pêvajoya avakirina siberojê re rû bi rû ne. Şêra anî ziman ku jinên sûriyeyî di salên desthilatdariya rejîma berê de êşa nebûna destûrek ku mafên wan diparêze kişandiye, ev jî delîlên herî mezin ên bindestiya jinan bûn. Şêra Osê da zanîn ku tundiya siyasî xetereya herî mezin li ser jinan bû û diyar kir ku ev cure tundî pêşî li azadiya raderbirînê û beşdariya siyasî digirt û mafê wan ê namzetiyê û erkdarkirina di cihên biryardayînê de dihat astengkirin. Şêra destnîşan kir ku damezrandina Yekitiya Jinên Sûriyeyî, ji ber ku ew bi zihniyetek baviksalar dihat birêvebirin û beşdariya jinan tenê şeklî bû. Şêra Osê diyar kir ku piştî hilweşîna rejîmê jinan dixwestin beşdarî avakirina siberoja Sûriyeyê bibin, lê gavên ku ji hêla hikûmeta veguhêz ve hatine avêtin ne li ser bingeha îradeya jinan bûn. Şêra Osê bal kişand ser Kongreya bi navê 'Diyaloga Nîştimanî` ku ji aliyê hikumeta veguhêz ve hatibû lidarxistin û got:"Jin bi hejmareke piçûk û bi awayekî sembolîk beşdar bûn. Danezana Destûrî jî hat ragihandin lê bi şêwazek baviksalar hat nivîsandin û mafên jinan nîşan nade." Şêra îşaret pê kir ku di avakirina hikumeta veguhêz de jinek tenê hebû û beşdariya jinan di hillbijatinên "Meclisa Gel" de ji sedî 4 derbas nekir. Şêra Osê diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek alternatîf ji bo rewş û rola jinan pêşkêş kir got:"Li herêmên Rêveberiya Xweser jin tev li nivîsandina peymana civakî bûn. Rêxistinên jinan hene ku mafên jinan diparêzin. Her wiha hêzên parastina jinan ên taybet hene bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku bi hezaran jin li eniyên pêş bûn û ji bo parastina azadiyê şehîd bûn." Şêra Osê anî ziman ku divê jin bibin hevparê nivîsandina destûrek nû ku mafên wan diparêze, divê herî kêm bi rêjeya sedî 50 cihê wan di avahî û saziyan de hebe û tev li şandeyên fermî yên siyasî û diyalogên neteweyî bibin û got:’’Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan e. Divê hemû jinên sûriyeyî bibin yek da ku hemû cûreyên tundiyê bi dawî bikin û Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ava bikin ku wekhevî û edaletê ji bo hemû jinan pêk bînin. "
ANHA/DÎMA MIHEMED















