Divê Iraq weke jenosîd nas bike

Çarşem 19 Hezîran 2024 - 00:15

Bi nêzikbûna 10’emîn salvegera fermanê re Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê Iraqê ve bi awayekê fermî bê naskirin, nameyek ji Berpirsê Kotaya Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê Nayîf Xelef Seydo re şand. TAJÊ di nameyê de bal bire ser girîngiya axa Iraqê ku gelek ol, bawerî, netew û civakên cuda bi hev re dijîn û got:’’Em jî weke civaka Êzidî xwedî ol, bawerî û çandeke kevnar in. Bi hezaran salan bi rengekî aştîxwaz, civaka me bi hemû neteweyên Ereb, Tirkmen û Mesîhiyên ku li ser erdnîgariya Iraqê dijîn re jiyaye.” TAJÊ di nameya xwe de destnîşan dike ku di dîrokê de civaka Êzidî her dem rû bi rûyê fermanan bûye lê ya tê zanîn fermana 74’an e, bi dehan ên din nehatine nivîsandin, ji ber vê yekê nayên zanîn.

PDK’ê xiyanet li me kir

Di dewama nameyê îşaret bi îxaneta ku li hemberî Êzidiyan hatiye kirin û wiha tê gotin:“Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi destên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan PDK’ê ve pêk hat. Bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran jin û zarokên Êzidî dîl hatin girtin û li ber çavên cîhanê li sûkan hatin firotin. Heya vê kêliyê jî çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e. Ev ferman bû sedem ku bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bibin. Bi dehan gorên komî hene. Ev trajdiya fermanê li ber çavên cîhanê hat jiyîn û her kes baş dizane ku kê Şengalê firot û kê rizgar kir.”

Xweparastin mafê me ye

Di nameyê de tê diyarkirin ku fermana 3’yê Tebaxa 2014’an nehatiye jibîrkirin û wê neyê jibîrkirin û ev tişt hat gotin:“Em civakek xwedî şehîd in û di wê zanebûnê de ne ku doza me mezin e. Em li hemberî fermanan xwedî mafê rewa yê xweparastinê ne, ji bo vê heta dawiyê têkoşîn û berxwedana me ya avakirina jiyana azad dê bidome. Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an an ku li ser civaka Êzidî pêk hat, heya niha ji aliyê 13 welatan ve bi fermî hatiye naskirin. Lê mixabin heya niha jenosîd ji hêla hikûmeta Iraqê ve bi awayekî fermî nehatiye naskirin. Di vê pêvajoyê de ji aliyê Iraqê ve naskirina jenosîdê ji bo me civaka Êzidî xwedî girîngiyeke taybet e.”

NÛJINHA/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.