Divê her kes Tişrînê biparêze

Sêşem 21 Çile 2025 - 02:55

Jinên ku ji bo parastina av û axa xwe çûbûn Bendava Tişrînê û vegeriyan dan zanîn divê ew xwe biparêzin û gotin:”Tirkiye dixwaze Tişrînê hilweşîne. Divê her kes li dijî êrişan Tişrînê biparêzin.”

Êrîşên Dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Li hemberî êrişên dewleta Tirk û metirsiya hilweşînê ya li ser Bendava Tişrînê nobeta gel a ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe bi biryardarî didome. Dewleta Tirk ji 8’ê Çileyê heya niha êrişî gelê li nobetê dike. Di van êrişan de 14 welatî hatin qetilkirin 70 zêdetir welatî jî birîndar bûn. Herî dawî hunermendê Kurd Bavê Teyar jî di van êrişanan jiyana xwe ji dest da. 

Qada navnetewî ya ku dibîne gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev bi rojan e di bin bombebaranê de jiyana xwe ji dest didin, lê dengê xwe jî nake. Gel jî dibêje “Em ê parastina xwe bi destê xwe bikin. Çawa ku heta niha me pişta xwe nespartiye tu kes an jî derdoran, ji niha û pê de jî em ê nespêrin wan. Em bi hêz, moral û baweriya xwe berxwedana xwe didomînin.”

Divê em xwe biparêzin

Zehî Elî Eyûb di dawiya axftina xwe de gazinên xwe li qada navnetewî kir û baweriya xwe ya bi hêza gelê xwe, bi van gotinan anî ziman: “Dema ku em ji bendava Tişrînê vegeriyan, komên ji Qamişloyê hatibûn li wê derê man û piştre koma Reqa, Tebqa û Dêrezorê jî nobet girtin. Li pişt me Kurdan kes tune ye, ji bo vê jî divê em bi xwe xwe biparêzin ji bo ku kes axa me ji me nestîne û em li ser axa xwe bin. Hevalên me yên li wê derê, moral ji me girtin. Em berxwedana wan silav dikin û dibêjin em ê her dem li pişta wan bin.”

Dixwaze Kurdistan di bin avê de bimîne

Meysûn Kewar jî balkişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan û wiha got: “Ev çend roj in êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Dewleta Tirk û hevalbendên xwe dixwazin di nava gel de qirkirinê bikin, bi taybetî li bendava Tişrînê ji bo ku bendav hilweşe. Ev yek jî xeterek mezin e ji bo ku sînorê Tepqa, Reqayê û heta sînorê Kurdistanê diçe ji bo ku zirar bighîje wan û bikevin ber lehiyê. Hedefa dewleta Tirk ew e ku gund û bajar di bin avê de bimînin û xetereke mezin li ser gel çêbibe.”

Em dev ji Tîşrînê bernadin

Cûrî Temî diyar kir ku biçûk û mezinan, ji bo parastinê nobet girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Biçûk, mezin, kal û pîran me parastina bendavê kir û em bi hev re bi moral bûn. Wê ev nobet berdewam bike û tu carî em dev ji ax û bendava Tişrînê bernadin.”

KOBANÊ/NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.