Divê her Êzîdiyek dozê vebike

Pêncşem 7 Adar 2024 - 00:55

ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Ji bo dadgehkirina Mala Barzanî ji ber jenosîda 2014’an a Şengalê, civaka Êzîdî jî tevî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser dest bi amadekariyan kiriye. Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas bang li civaka Êzidî kiribû ku her Êzîdiyek dozekê li dijî Mala Barzanî veke. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ jî bi nameyeke bi sernavê “Dem Dema Edaletê ye” piştgirî dabû vê bangê. Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Brahîm derbarê mijarê de axivî. Heso Brahîm bang li civaka Êzîdî, bi taybet jî hiqûqnas û saziyên Êzîdiyan kir ku li dijî Mala Barzanî bikevin nava liv û tevgerê. Heso Brahîm bi bîr xist ku heya niha derdora 25 gilî derbarê sûcên Mala Barzanî de hatine kirin û got:“Em bi tenê ya Êzîdiyan hesab bikin zêdeyî 100 doz hene. Her şehîdekî Êzîdî doza wî heye. Her êsîreke Êzîdî doza wê heye. Her zarokekî Êzidî ku li Çiyayê Şengalê tî û birçî mayî doza wî heye. Dozên Mala Barzanî zehf in.’’ Heso Brahîm diyar kir ku ji bo civaka Êzîdî tiştê herî girîng ew e ku li doza xwe xwedî derkeve û got:“Em hêvî dikin her keçeke Êzîdî ku ketiye destê DAÎŞ’ê, her zarokekî Êzîdî ku ketiye destê DAÎŞ’ê, her însanek ku tî û birçî maye li doza xwe xwedî derkeve.”

Barzanî berpirsê gorên komî ye

Heso Brahîm behsa mijara gorên komî jî kir ku yek ji sûcên herî giran a fermanê ye ku siyaseta Mala Barzanî jê re bûye sedem û got:“Ew kesên ku bûne sedema van gorên komî Mala Barzanî bi taybet jî Mesûd Barzanî ye. Wê demê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû. Hêza pêşmerge û hemû sazî û dezgeh di bin ferman û nêrînê wî de bûn, biryar biryara wî bû. Em hêvî dikin her Êzidiyek giliyê xwe bike û daxwaza mafê xwe bike.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.