Divê helwesta dijî êrîşan tundtir bibe

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 02:05

  • Dijî qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn li Stenbolê rojnamegeran helwest nîşan da. Rojnamegeran diyar kirin dewleta Tirk ji bo sûcên wê yên şer dernekevin holê êrîşê dibe ser rojnamegerên çapemeniya azad û gotin,’’ Divê rêxistinên pîşeyî dengekî bilindtir derxin, ji ber rojnamegerên Kurd tên qetilkirin, girtin û rastî êrişê tên bêdeng nemînin.’’

Rojnamegerên li Stenbolê dijî êrîşên Tirk ên li ser rojnamevanên çapemeniya azad helwest nîşan dan.  Weke ku tê zanîn herî dawî 23’yê Tebaxê di encama suîkasta terorî ya Tirk de li Seyîdsadiq a  Silêmanî rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Mahadîn şehîd bûbûn û her wiha 6 rojnameger birîndar bûbûn.

Ji bo sûcên şer dernekevin holê

Nûçegihanê Rojnameya Patîkayê Yadîgar Aygun diyar kir Tirkiyê ji bo polîtîkayên xwe yên li Silêmaniyeyê dide meşandin, rojnameger qetil kirine û wiha axivî: “Ji bo sûcên Tirkiyeyê yên şer dernekevin holê, rojnameger tên qetilkirin. Bi zanebûn rojnamegerên jin tên qetilkirin ji ber tevgerekî jinan a ku her diçe berbelavtir dibe heye û dixwazin vê yekê asteng bikin.

Rojnamegeran dikin hedef

Nûçegihana Bîanetê Rûken Tûncel da zanîn ku di pêvajoyên şer de hedefgirtina rojnamegerên jin ne ji rêzê ye. Tûncel mînaka Efxanîstan, DAIŞ, Israîl, Îranê da ku çawa rojnamevanên êrîş birine ser rojnamevanan û domand,’’Nagîhan Akarser a bi ser rojnamegeriya Kurd kedekî mezin daye, beriya 2 salan li pêşiya mala xwe ya li Silêmaniyeyê hate qetilkirin.”  Tûncel bi bîr xist ku di pêvajoya têkoşîna jinan xurt dibe de hedefgirtina rojnamegerên jin belasebep nîn e û wiha got: “Em nikarin hedefgirtina hempîşeyên xwe Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji van tiştan cudatir bigirin dest.” 

Divê bertek tund bin 

Tûncel bilêv kir ku bi qetilkirina rojnamegeran, dixwazin peyamê bidin civakê û wiha got: “Peyam bi vî awayî ye, ‘Şer wê giran bibe, lê hûn ê nebînin, nebîhîsin û berê xwe biguherin. Ev peyam heya astekê bersiva xwe dîtiye ku du rojnamegerên jin jiyana hatin kuştin lê belê çapemeniya muxalîf  di kirina nûçe ya vê mijarê de jî paş de ma. Dema mijar dibe rojnamegerên Kurd divê bêyî gotina ‘Lê, lewma’ di asta herî jor de bertek were nîşandan, were şermezarkirin.” 

Divê deng ji rêxistinên pîşeyî derkeve

 Rojnameger Hayrî Tûnç jî bi bîr xist ku ji bo êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe neyên dîtin, hatiye lidarxistin. Tûnç bilêv kir ku heke li dijî êrişa rojnamegerên Kurd bêdeng were sekinandin wê hemû rojnameger werin hedefgirtin. Tûnç li dijî êrişan banga helwest nîşandanê kir û wiha got: “Divê rêxistinên pîşeyî dengekî bilindtir derxin, ji ber rojnamegerên Kurd tên qetilkirin, girtin û rastî êrişê tên bêdeng nemînin. Heke îro li dijî van êrişan bêdeng were sekinin, wê sibê hemû rojnamegerên muxalîf hedef werin girtin û tên hedefgirtin jî.’’

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.