Divê gornebaş werin cezakirin

În 23 Tîrmeh 2021 - 01:54

MIHEMED EBDO
ANHA/HELEB

 

Endamê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê rêveber ê Saziya Kombûna Olan a Helebê, Şêx Elî El-Hesen got, vekirina gorên şehîdan li Efrînê li gorî şerîeta Îslamê heram e û bang kir da ku sûcdar bên cezakirin. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî goristana şehîdan a li Efrîna dagirkirî kir. Li ser mijarê û ji bo naskirina cezayê vî sûcê di Îslamê de, Şêx Elî El-Hesen ji me re axivî.

Şêx Elî hinek ayetên Qurana pîroz ên têkildarî mijarê bi bîr xistin û got, xwedê ewladên Adem rûmetdar kirin. Li ser meseleyê yekser wî got: “Mirov çi sax be çi jî mirî be, li cem Xweda pîroz e, vekirina gorên şehîdan li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û îddîayên wê ku ev gorên komî ne, ji rastiyê dûr in. Ew gorên şehîdan in yên ku ax, rûmet û gelê xwe parastine.
Yên ku xwedî li Îslamê derdikevin nabe şerîet û rêgezên wê yên pîroz binpê bikin. Pêxember Mihemed dibêje, 'Şikandina hestiyê miriyan, mîna şikandina hestiyên kesên sax e'."

Şêx Elî da xuyakirin ku vekirina goran û lîstina bi cenazeyan bi destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê belav bûye: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker berê jî bi cenazeyê Barîn Kobanê lîst. Ew sûc, gotina me piştrast dike. Dema hîna sax bû laşê wê parçe kirin. Mîna ku ev sûc qet pêk nehatiye. Vekirina goran li gorî olan heram e. Îslam ji wan dûr e. Kesên rêgezên şerîetê bin pê dike, ne Misilman in, divê hesab ji wan sûcdaran were pirsîn."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.