Divê girtiyên nexweş bên berdan
Sêşem 29 Nîsan 2025 - 03:25
Hevseroka TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn da zanîn rewşa girtiyên nexweş ne baş in, hejmareke zêde ye û got divê girtiyên nexweş bên berdan.
Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên li girtîgehên li Tirkiyeyê, astengiya li pêşiya tedawiya wan di rojeva parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê de ye. Li girtîgehan xizmeteke têrker a tenduristiyê nayê dayin, pêvajoya tedawiyê giran e û gelek girtiyên nexweş ên ku divê bêne berdan hîn nehatine berdan.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser krîza tenduristiyê ya li girtîgehan û daxuyaniyên girîng da.
Biryarên ATK’ê
Pinar Sakik bal kişand ser helwesta alîgir a Saziya Tipê ya Edlî û got, "Li gel raporên nexweşxaneya serbixwe dibêje 'nabe ku li girtîgehê bê hiştin', Saziya Tipê ya Edlî bi têgihiştina siyasî li pêşiya berdana girtiyan dibe asteng. Ev rewş binpêkirineke mezin a mafên mirovan e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”
Hejmar zêde ye
Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku hejmara girtiyên nexweş ji ya hatiye eşkerekirin gelekî zêdetir e û destnîşan kir ku ji bo hîn bêhtir mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin, girtiyên nexweş divê bêne berdan.
Divê girtiyên nexweş bên berdan
Pinar Sakik Tekîn işaret bi girîngiya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir ku piştî 27'ê Sibatê hate kirin û got, "Eger pêvajo ji girtîgehan destpê neke wê kêm bimîne. Divê girtiyên bi nexweşiyên giran tavilê bêne berdan.”
ANF/AMED