Divê girtiyên nexweş bên berdan

În 14 Adar 2025 - 17:15

  • Hevjîna girtiyê nexweş Onder Poyraz, Fîrdevs Poyraz û birayê girtiyê nexeş Mehmet Darga Hecî Darga anîn ziman ku ji bo pêvajo biçe serî divê dewlet di serî de girtiyên nexweş berde.

Di girtîgehan de bi hezaran girtiyên siyasî hene û gelek jî ji wan tevî ku nexweşiyên giran li wan peyda bûne jî nayên berdan. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan ji aliyê hiqûqî ve dewlet dê gavên çawa biavêje ne diyar e. Çavê malbatên girtiyan jî li berdana girtiyên wan e. Hevjîna girtiyê nexweş Onder Poyraz, Fîrdevs Poyraz û birayê girtiyê nexweş Mehmet Darga, Hecî Darga li ser rewşa girtiyên xwe axivîn û anîn ziman ku ew ji pêvajoyê bi hêvî ne û xwestin girtiyên wan bên berdan.

Girtiyê nexweş Onder Poyraz

Girtî Onder Poyraz di dema qedexeya derketina kolanan a 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû ragihandin de bi birîndarî hatibû binçavkirin û girtin. Onder Poyraz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” du caran cezayê muebedê yê girankirî lê hat birîn. Onder Poyraz ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Dumlû ya Erziromê tê girtin, di sala 2015'an de ji ber guleya ku li pişta wî ketibû ji ber vê yekê di pişta wî de platîn heye. 

Divê girtiyên nexweş bên berdan

Hevjîna Onder Poyraz, Fîrdevs Poyraz bal kişand ser pêvajoya li Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Divê girtiyên nexweş hemû bên berdan ku li derve tedawiya wan bê kirin. Di girtîgehan de nikarin tedawî bibin. Heke girtiyên nexweş neyên berdan di girtîgehan de rewşa wan wê hê girantir bibe. Niha qala pêvajoyeke dikin weke malbatên girtiyên nexweş em jî dixwazin girtiyên me bên berdan. Heke girtiyên me yên nexweş jî bernedin wê ev pêvajo çawa biçe serî? Heke girtiyên me neyên berdan, nasname û zimanê me neyê naskirin wê çawa pirsgirêka Kurd bê çareserkirin?”

Mehmet Darga

Girtiyê nexweş Mehmet Darga jî di sala 1992'yan de li Mêrsînê tê girtin û 32 sal in di girtîgehê de ye. Mehmet Darga ku li Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Girsûnê girtî ye, tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên giran jî nayê berdan. 

Divê dewlet jî gavan biavêje

Birayê girtiyê nexweş Mehmet Darga, Haci Darga diyar kir ku birayê wî tevî temenê mezin û nexweşiyên giran jî nayê berdan û got: “Birayê min 32 sal in di girtîgehê de ye. Di girtîgeha Gîresûnê de ye. Sê caran ji ji ber nexweşiya dil anjiyo bûye. Her wiha di çavên wî de jî pirsgirêk hene. Di girtîgehê de tedawiyeke baş jî nayê kirin. Heke neyê berdan nexweşiyên wî dê bêhtir giran bibin. Ji ber rê dûr e çûyin û hatina me jî pir zehmet e. Birayê min di gelek girtîgehan de ragirtî ma. Heke li nêzî me bûya wê derfeta me ya çûn û hatinê jî zêdetir bûya. Em dixwazin ev pêvajoya hatiye destpêkirin jî bigihîje serî. Ji bo vê jî divê dewlet jî gavan biavêje.” AW/MAHMÛT ALTINTAŞ 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.