- 41 Endamên Kongreya Emerîkî ji rêveberiya Biden xwestin bi ti awayî F-16’an û kîtên nûkirina F-16´an Block 70´yan nefiroşe Tirkiyeyê. Nûneran got, heger rêveberî bi dek û dolaban balefiran bifiroşe jî ew ê bi qanûneke nû hewl bidin vê qedexe bikin.
Herî dawî 41 nûnerên li Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji Wezîrê xwe yê Karê Derve Antony Blinken re nameyek şand û wan jê xwest ku firotina Tirkiyeyê ya balefirên şer ên F-16 erê neke. Endamên kongreyê xwestin bi dek û dolaban mueyîdeyên li dijî Tirkiyeyê neyên bê tesîrkirin û heger ev biqewime jî ew ê bi qanûneke nû firotina F-16’an asteng bikin.
Di nava nûneran de hem yên ji Partiya Demokrat û hem jî yên ji Partiya Komarxwaz hene, yanî name bîpartîzan e. Name bi hewldana nûnerê ji Partiya Demokrat ê ji New Hampshirê Chris Pappas û hevserokên Hellenic Caucusê, komarxwazekî ji Floridayê Gus Bilirakis, û demokratekî ji New Yorkê Carolyn Maloney, hat nivîsîn û şandin.
Name li ser meseleya doza dewleta Tirk a kirrîna 40 F-16’ên nû yên şirketa Lockheed Martin û modernkirina 80 F-16’ên wê yên wê hatiye nivîsandin. Nûneran got, nûçeyên li ser daxwaza Tirkiyeyê ya kirrînê û daxuyaniyên serokkomarê Tirk Erdogan kirine ku ew reda xwe ya li dijî firotina F-16´an diyar bikin.
Yên ku destekê didin hewldanên nûneran jî ev in: Konseya Serokatiyê ya Hellenic Americanê, Komîteya Neteweyî ya Ermenî ya Emerîkayê, Dostên Emerîkî yên Kurdistanê, Weqfa hindo-Emerîkî, Middle East Forum, Komîteya Cihûyên Emerîkî, PSEKA, Îstîtiya Helenîk a Emerîkî, Konseya Ermeniyên Emerîkayê.
Tirkiyeyê ji ber ku ji Rûsyayê sîstema moşekên li dijî balefirên şer a S-400 ji Rûsyayê kirrîbû, rêveberiya DYE’yê ew ji projeya F-35’an avêtibû.
Hevgirên bawerî bi wan tê!
Nûnerên li Kongreya Emerîkî dibêjin, “Hîna salek di ser van cezakirinên CAATSA (yên li dijî Tirkiyeyê re) nebihurî, hikûmeta Erdogan eşkere û zelal kir ku ti niyeta wê nîne ku li gorî qanûnên Emerîkî tevbigere yan jî miamele bike bi sedemên û şertên ku kirin dewleta Tirk ji bernameya F-35’an bê derxistin û Kongre bike ku li Tirkiyeyê bê qedexekirin sîlehên Emerîkî bikire. Esas, serokkomar Erdogan Îlonê da xuyakirin ku niyeta wî heye ku hin S-400’ên din bikire.”
Nûneran bi bîr xist ku kîtên modernkirinê yên Block 70 bikevin destê Tirkiyeyê, heman rîska ewlekariyê ji bo teknolojiya DYE´yê dibe, eynî weke dema ku F-35 bikevin destê dewleta Tirk de. Ew wiha dewam dikin: “Ji ber ku F-16’ên nûkirî hîna jî bi roleke gelekî muhim radibin ji bo me û hevgirên me yên bawerî bi wan tê, me vê rîskê weke yeke nayê qebûlê dinirxînin.”
‘Em ê qanûneke nû çêkin’
Nûneran rêveberiya Biden hişyar kir û got, heger rêveberî firotana F-16’ên nûkirî û nûkirina F-16’ên Tirkiyeyê dewam bike, ew ê neçar bin ku qanûneke din amade bikin ji bo firotaneke muhtemel asteng bikin. Bi vê jî wan îşaret pê kir ku bi mueyîdeyên CAATSA´yê jixwe firotana sîlehan a ji bo Musteşariya Bergiriya Milî ya dewleta Tirk (SSM) qedexe ye û dibe ku ev firotan di ser saziyeke ne di lîsteya cezakirinên CAATSA’yê re bê kirin. Di rewşeke wisa de jî, nûneran got, ew ê neçar bin qanûneke nû amade bikin ji bo qedexekirina firotana sîlehan ji bo Tirkiyeyê.
Nîvî bi nîvî ya Biden
Ev name piştî ku serokkomarê dewleta Tirk Erdogan got, Biden jê re gotiye, şensê erêkirina firotina F-16´an ji bo Tirkiyeyê li Senato û Kongreyê nîvî bi nîvî ye û ew ê hewl bide ku firotana balefiran biçe serî.
WASHINGTON