- Siyasetvan û pisporê sîlehên kîmyewî Prof. Dr. Franco Cavalli: Her kesa xwedî wicdan divê rabe ser piyan û ji Tirkiyeyê re bibêje êdî bes e. Heger em Tirkiyeyê îro nesekinînin, ne diyar e ka wê sibe çi bike.
Ji siyasetvanên muhim ên Swîsreyê û bijîşk Prof. Dr. Franco Cavalli dixwaze bikaranîna sîlehên kîmyewî bi destê dewleta Tirk bê lêkolan û dibêje, "Divê her kes û em li ber vê rabin, çalakiyan bikin. Her kesa xwedî wicdan divê rabe ser piyan û ji Tirkiyeyê re bibêje êdî bes e!"
Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ji 23´ê Nîsanê û vir ve, HDP´ê da zanîn ku dewleta Tirk di nava 6 mehan de herî kêm 323 caran sîlehên kîmyewî hatine bikar anîn. Wekî din ji ber tesîrên sîlehên kîmyewî 548 kes çûn nexweşxaneyan. Ji bo lêkolînan jî bang li rêxistinên peywendîdar û civaka navneteweyî hat kirin. Yek ji wan kesên bang kirî jî ji siyasetvanên muhim ên Swîsreyê û bijîşk Prof. Dr. Franco Cavalli ye.
Prof. Dr. Cavalli got, dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şerekî qirêj dimeşîne, û wiha peyivî: "Van salên dawiyê wê şerê xwe yê qirêj dijwar kiriye. Li derveyî Tirkiyeyê, li Sûrî, Îran û Iraqê jî li dijî Kurdan tevgereke dagirkeriyê ya topyekun daye destpêkirin."
Ji bo qirkirinê aborî
Prof. Dr. Cavalli got, dewleta Tirk ji bo kuştinê teknolojiyî bi kar tîne û wiha dewam kir: "Çiyê Tirkiyeyê hebe li vî şerî xerc dike. Hema hema tevahiya aboriya, teknolojiya xwe li amûrên difirin ên bê mirov razandine. Ji bo Kurdan qetil bike vê teknolojiyê bi kar tîne."
Şikest bi sûcê şer serê digire
Li gorî Prof. Dr. Cavalli, dewleta Tirk li hemberî gerîla şikest û ji ber wê, sîlehên kîmyewî bi kar tîne: "Şervanên PKK´ê dev ji şerê bereyê berdan û ketin şerê tunelan. Niha ji ber ku nikare bikeve van tunelan, artêşa Tirk gazên kînyewî diavêje wan. Ev tiştekî pirr xirab e."
Prof. Dr. Cavalli, bi bîr xist ku bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî mirovahiyê sûcek e û wiha peyivî: "Gelek rêxistinên navneteweyî bi peymanekê berpirsiyar in ku çavdêriya li dijî bikaranîna sîlehên kîmyewî bikin. Sed mixabin, hem ev rêxistin, hem jî çapemeniya cîhanê ya berpirsiyar e ji wê yekê ku van rêxistinan çalak bike, bê deng dimînin. Her kes, em divê li ber vê rabin, çalakiyan bikin. Niha ne wext e ku em minaqeşeya wê bikin, ka ev rast e yan şaş e; îhtîmala bikaranîna sîlehên kîmyewî bi xwe jî mirovan dibizdîne."
Berpirs bila erka xwe bi cih bînin
Prof. Dr. Cavalli ne razî ye ji bêdengiya beramberî bangên tevgera Kurd û dibêje, "Lê muxatebekî biçe cihê şer û lêkolînê bike nîne li naverastê. Em ji bo bikin ku berpirsiyar bi karê xwe rabin gelekî hewl didin. Em careke din bang li rêxistinên berpirsiyar dikin, herin ji cihê sîleha kîmyewî hatiye bikaranîn, nimûneyên axê berhev bikin, ji bedenên wan şervanên jiyana xwe ji dest dane, nimûneyan wergirin."
´Divê em Tirkiyeyê bisekinînin´
Prof. Dr. Cavalli got, lêkolîneke besît a li labaratuwaran wê nîşan bide ka kîjan gaza kîmyewî hatiye bikaranîn û wiha dewam kir: "Em jê piştrast in ku sîlehên qedexekirî hatine bikaranîn. Hem dîmen û hem jî dane vê yekê piştrast dikin.
Lê ji bo ku em çapemeniya navneteweyî mecbûr bikin da ku behsa vê bike, divê di destê me de encamên labaratuwarê hebin. Dewleta Tirk ji bo ku ev nebe nûçe û serê bê girtin, peywendiyê datîne bi saziyên medya û çapemeniyê yên cîhanî re. Lê belê, em zanyar divê rêyekê bibînin da ku ev derkeve holê. Her kesa xwedî wicdan divê rabe ser piyan û ji Tirkiyeyê re bibêje êdî bes e. Heger em Tirkiyeyê îro nesekinînin, ne diyar e ka wê sibe çi bike."
NAVENDA NÛÇEYAN