Divê em her tiştî bikin!

Duşem 15 Tebax 2022 - 21:21

  • Kê Mam Zekî nas kiribe, heman tiştê dibêje, ew dilnizim, bi sebr û semax bû. Sebra wî jî ji bo wê bû da ku “her tişt” ji bo civaka Êzîdî bê kirin: Erk û berpirsyariya me nû dest pê dike, şer çêbû, DAIŞ şikest, lê niha sazûmanî û birêxistinkirina civaka Êzîdî ji bo me esas e. 

IDRÎS KARA / MEXMÛR

Mamosta Hiseyn Kara: Mam Zekî hertim ji mere di got, ‘Divê em ji bo civaka Êzidî her tiştî bikin, erk û berpirsyartiya me nû destpê dike, şer çêbû DAIŞ şikest, lê niha sazûmanî û rêxistinkirina civaka Êzidî ji bo me esas e.’

Mamoste Hiseyn Kara ji xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ye. Ew bûye yek ji hevrêyên Mam Zekî Şengalî. Hiseyn Kara qala kesayet, têkoşîn û nêzîkatiya Mam Zekî ya ji bo civakê kir. 

Hiseyn Kara destpêkê behsa êrişên DAIŞ´ê yên sala 2014’an kir û got, hingê ew weke şandekê çûbûne, Rojavayê Kurdistanê. Ew hingê çûne serdana wargeha Newrozê a li Dêrikê ya ji bo Êzîdiyên ji Şengalê hatibû ava kirin.

Hiseyn Kara hingê Mam Zekî Şengalî dibîne; “Piştî demekê em li Rojavayê Kurdistanê man, em çûn Şengalê. Wê demê hîna şer dewam dikir û Şengal bi temamî nehatibû rizgarkirin, me jî hal û wextê xelkê xwe yê Êzîdî mereq dikir, me berxwedana xelkê xwe yê Şengalê mereq dikir. Me li wir cara yekem hevalê Zekî nas kir.”

Mamoste Hiseyn Kara, di dewama axaftina xwe de behsa kesayet û nêzîkbûna şehîd Zekî Şengalî kir; “Têkiliyeke heval Zekî ya li ser esasê civakê hebû, dixwest di nava civakê de peywendiyan xurt bike. Hertim dixwest pirsgirêkên civakê fêm bike, guhdarî bike û bikare wan pirsgirêkan çareser bike. Ji bo vê, hewl dida.

Têkiliyeke me ya wisan pê re çêbû, nîqaşên li ser perwerdeyê dihatin kirin. Me behsa pirsgirêkên civakî taybet di wargehê de pirsgirêka di warê pewerdeyê de dikir: Mirov perwerdeyeke çawa bide zarokan?

Siberoja wan çawa be? Meraqeke wî hebû ji bo ku civak ji bin zorî û zehmetiyên jiyanî, ji bin pergalê xelas bike.”
 
Bi sebr û semax bû

Li gorî Mamoste Hiseyn Kara, xisleta wî ya xurt sebra wî bû: “Ya herî girîng jî li mirovan pirr guhdarî dikir, axaftina kesî nedibirrî û gelekî bi sebr bû. Di warê mêhvanperweriyê de gelek li pêş bû, di warê xizmetê de gelek dilnizim bû. Xwe qet mezin nedikir, tevî ku berpirsekî giştî bû, lê xizmet dikir.”

‘Civaka Êzîdî bime dida nasîn’

Mamosta Hiseyn Kara behsa hewldanên Zekî Şengalî yên ji bo civaka Êzîdî kir: “Ji me re digot, werin civaka me ya Êzîdî bibînin, wî em li çiyayê Şengalê gerandin. Ji me re behsa fermanên ku bi serê Êzîdiyan de hatene, kir. Civak bi me dida naskirin. Nexasim jî behsa fermana dawî ya 3’yê Tebaxê kir, her der nîşanî me dida. Korîdora ku Êzîdî pê hatin xilaskirin, nîşanî me da. Bi me re bi meşê digeriya û sohbet dikir. Hingê jî şer dewam dikir, dengê teqînan tê, lê ew bi me re elaqeder dibû.”

Bû mamê Êzîdiyan

Mamoste Hiseyn Kara, dibêje, xelkê ji şehîd Zekî Şengalî re got “mam” ne ji ber ku bi temen bû, lê ji ber rêzê û qedrê wî yê li cem xelkê: “Mam di nava Kurdan de ji bo mirovên rêzdar tê gotin, heval Zekî ewqas bi bandor bû, civaka Êzîdî ji wî re got, Mam. Her kesî jê hes dikir, bi xebata xwe ya di nava civaka Êzîdî de, gelek bi bandor bû û ev bandora wî li ser civakê jî gelek bû. Me çanda PKK’ê li Mam Zekî dît, danûstandina wî, heskirin û girîngîdayîna wî bi mirovan, li pêş bû.”

‘Berpirsyariya me nû dest pê dike’

Hiseyn Kara, piştî rizgarkirina Şengalê careke din diçe Şengalê û şehîd Mam Zekî dibîne, “Her tim digot, divê em ji bo civaka Êzîdî her tiştî bikin, digot, erk û berpirsyariya me nû dest pê dike, şer çêbû, DAIŞ şikest, lê niha sazûmanî û birêxistinkirina civaka Êzîdî ji bo me esas e. Mam Zekî digot, divê civak karibe xwe perwerde bike, birêxistin bike, erkên me pirr in û divê em pêk bînin. Nediyar e sibe jî wê êriş çêbe yan na, ji bo siberoja Êzidiyan serê xwe diêşand, hewldanên wî hemû ji bo serfiraziya civakê bû. Ji bo ku civak xwe perwerde bike, bi rê ve bibe û di bin bandora kesî de nemîne her tişt dikir.

Herî dawî mamosta Hiseyn Kara behsa merasîma veşartina cenazeyê Mam Zekî jî kir; “Em ji wargehê çûn, bi hezaran kes ji Rojava û Başûrê Kurdistanê tevlî merasîma veşartinê bûn. Merasîmeke bi heybet bû, her kes li wir bû.”

Şehîd bavê şehîdî

Mam Zekî Şengalî (Ismaîl Ozden) 28’ê Çileyê 1952’yan li navçeya Batmanê Qubînê, li gundê Şimzê ji dayik bûye. Ew heta 17 saliya xwe li gund mezin bû. Sala 1969’an li ser vexwendina birayê xwe ew çû Elmanyayê. 

Mam Zekî Şengalî sala 1978’an li Elmanyayê sempatîzanên PKK’ê nas dike û piştî bi salekê jî manîfestoya PKK’ê dixwîne. Şengalî piştî xwendina manîfestoya PKK’ê, li zanîngeha Hannoverê beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibe. Zekî Şengalî li aliyekî li fabrîqeyê dixebite, li aliyê din tevî komek hevalên xwe yên Êzîdî dest bi xebatên propogandayê dike.

Cara pêşî sala 1983’yan ji bo karekî ji Ewrûpayê diçe qadên gerîla. Piştî bi 2 salan, sala 1985’an dîsa diçe cem gerîlayan û li wê derê Rêber Abdullah Ocalan jî nas dike. Piştî wê tevlî nava refên tevgerê dibe. 

Sala 1989’an kurê wî Sîpan jî diçe çiyayên Kurdistanê û dibe gerîla, lê 1992’yan li Mêrdînê di şer de şehîd dibe. Zekî Şengalî 1993’yan berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo xebatên partiyê bike, careke din diçe Ewrûpayê û dema ku Ocalan dîl hat girtin vegeriya Kurdistanê.

Herî dawî sala 2014’an, piştî fermana 3´yê Tebaxê, berê xwe da Şengalê û weke endamekî Koordînasyona Civaka Êzîdî beşdarî xebatan bû. 

Ew bûbû mamê civaka Êzîdî. Piştî rêwîtiya 40 salan a ked û fedekariyê, Mam Zekî Şengalî, 15’ê Tebaxa 2018’an li Herêma Geliyê Şilo, di encama êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.