Divê em derkevin kuçeyan

Pêncşem 11 Sibat 2021 - 01:24

Dayikên Laçikspî ji bo grevên birçîbûnê yên girtiyan bang kirin: "Berî ku kesek bimire, divê deriyên Îmraliyê vebin." 

Li zindanan çalakiyên greva birçîbûnê yên bê dem û bi dor ên li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan di roja 77’an de ne. Dayikên Laçikspî Hasret Karaman, Nariç Temel û Halîme Kahraman ku di dema çalakiya greva birçîbûnê ya 8'ê Mijdara 2018'an bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê dest pê kiribû û 200 rojî dewamkirî de, daketibûn kuçe û kolanên Enqereyê, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên niha dîsa bang kirin. 

Hasret Karaman anî ziman ku girtî ji bo daxwazên xwe yên mafdar bedena xwe dane ber birçîbûnê û got: "Divê bihêlin ku Birêz Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Heya li Îmraliyê tecrîd hebe û heta ku girtî di greva birçîbûnê de bin, nikarim li malê xwarineke germ çêkim.”

Karaman bang li aktivîstên mafên mirovan jî kir û got: "Divê em dakevin kuçeyan û daxwazên girtiyan biqîrin. Divê her kes vê yekê bike. Girtî ji bo jiyaneke hîn xweştir biafirînin têdikoşin. Tenêhiştina wan ne tiştekî wijdanî ye." 

Nariç Temel jî destnîşan kir ku rakirina tecrîda li ser Ocalan daxwaza hemû kesên xwedîwijdan e.

Halîme Kahraman jî diyar kir ku div ew bibin dengê girtiyan û got: "Tenê ne kurd divê ereb, tirk, dayikên gerîla, dayikên eskeran jî li dijî vê dengê xwe bilind bikin û dest bidin destê hev du. Heya ji wan bê divê van daxwazan biqîrin û bînin ziman."

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.