Divê em cilên Kurdî biparêzin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 1 Kanûn 2023 - 00:30

HERÊM QADIR / ROJNEWS / HELEBCE

Li tevayî cîhanê gel û netewên cûda bi çand û hunera xwe tên naskirin. Gelê Kurd jî xwedî çandek dewlemende, bi taybetî jî di lixwekirina cilûbergan de. Cilûbergên Kurdî bûye sembolek ya nasnameya Kurdan. Di derbarê lixwekirina cilûbergên Kurdî û parastina çanda Kurdî de jinên Helebceyê axivîn.

Jina bi navê Şehla Heme Tofîq li ser lixwekirina cilûbergên Kurdî û hiştina wê wek resentiyekê axivî û got:“Weke Kurd me cilûbergek gelek ciwan heye, ger em di ber karên rojane re bikarneyînin jî, pêwîste em di rojên taybet û merasîman de wan cilan li xwe bikin. Keyfxweşim ku niha piraniya jin û ciwanên me cilên Kurdî li xwe dikin.” Şehla Heme daxwaz kir ku resentiya cilûbergên Kurdî neyê xirakirin û ti modelên cilên biyanî neyê xistina nava cilên Kurdî de.

Jina ciwan a bi navê Amêz Omer jî li ser cilûbergên Kurdî got: “Ji zarokatî ve cilên Kurdî li xwe dikim. Tiştek gelek ciwane ku em di hemû merasîm û rojên taybet de cilên Kurdî li xwe bikîn. Cihê keyfxweşiyê ye piraniya ciwan û beşên cûda yên civakê cilên Kurdî li xwe dikin.” Amêz Omer diyar kir ku di salên borî de çanda biyanî xistibûn nava cilên Kurdî lê îsal ew çanda biyanî li nav cilên Kurdî de nemaye.

Sirwe Mihemed jî bire ser giringiya parastina cilûbergên Kurdî: “Ez dixwazim hemû gelê Kurd di rojên taybet û cejnan de cilên Kurdî li xwe bikin. Ji ber ku cilûberg resentiya gelê me ye. Em bi cilên Kurdî tên naskirin û welatê xwe didin nasîn.”

Sirwe Mihemed da zanîn ji bilî cilên Kurdî, xwarinên Kurdî jî ji xwarinên welatên din cûdan e û got: “Divê em çanda xwe biparêzin û nehêlin tine bibe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.