Divê em bibin yek

Şemî 20 Sibat 2021 - 01:10

Hevserokê TÛAY-DER a Şaxa Sêrtê Tahîr Cengîz, ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bang kir û got: "Ji bo em bibin dengê girtiyan, divê em bibin yek." 

Hevserokê Komeleya Alîkariya Ji Bo Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) a Şaxa Sêrtê Tahîr Cengîz bi bîr xist ku çalakiya girtina di roja 86an de ye û bal kişand ser asta çalakiya greva birçîbûnê û bang li raya giştî kir ku xwedî li çalakiyê û daxwazên girtiyan derkeve. 

Cengîz, anî ziman ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine gelek malbatan der barê binpêkirinên mafan de serî li wan dane û got: "Binpêkirinên mafan ên vê serdemê ji yên salên 80 û 90'î xedartir in. Êrîşên derûnî û fizîkî yên wê demê niha jî tên kirin. Her wiha ev tişt tên serê malbatan jî. Sirgûn, qedexekirina hevdîtinan, qedexekirina hevdîtina bi rêya telefonê re malbat jî tên cezakirin. Bifikirin malbat li Sêrtê ye, lê zarokên wan li Bandirmaya Balikesîrê ye." 

Cengîz, anî ziman ku li Sêrtê 250 girtiyên siyasî hene û got: "Piştî ku Girtîgeha Sêrtê hat xerakirin, girtî sewqî Girtîgeha Qubînê ya Tîpa T'yê kirin. Di dema sewqkirinê de li hemberî şewbê tevdîr nehatine girtin. Girtîgeha nû jî konsepteke taybet e." 

Cengîz, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan, li ser gelê kurd jî tê pêkanîn. 

MA/SÊRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.